Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şêxmûs Tendûrek a YPS’ê bi molotofan li avahiya AKP’ê ya navçeya Bismilê ya Amedê da. Yekîneyê diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran de’ wan li avahiya AKP’ê ya li navçeya Bismilê dane. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Endamên yekîneya me di 29’ê Hezîranê de bi şev li ser Rêya Zîraetê ya Bismilê Amedê bi molotofan li avahiya AKP’ê ya navçeyê da. Endamên yekîneya me ji çend aliyan bi molotofan li avahiyê dan. Di vê çalakiyê de avahiya AKP’ê ket rewşekê êdî neyê bikaranîn.” Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê got ku “AKP avahiyên bajêr û walîtiyên mêtingeriyê wekî biryargeha şer bi kar tîne û hemû saziyên dewletê ji bo îmhakirina Kurdan dide xebitandin. Em careke din diyar dikin li ser axa Kurdistanê em ê nehêlin ku çeteyên AKP û MHP’ê û hevalbendên wan bimînin.” NAVENDA NÛÇEYAN