Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo parastina ekolojiya herêmê û belavkirina çanda darçandinê, li herêma Rojava-Bakurê Sûriyê dar li ser bendên kontrolê yên Hêzên Asayîşê yên Hêrama Cizîrê, çandin.

Yekîtiya Raghandina Azad bi durûşmeya “Dibe ku siya wê we biparêze” hemleya darçandinê li ser 32 bendên kontrolê yên Herêma Cizîrê (ji Herêma Dêrikê heta Herêma Serê Kaniyê) destpê kir.

Hevseokê Yekîtiya Ragihandina Azad, Ekrem Berekat, Şehnaz Osman, Cîgira Desteya Jinê, Evîn Qafûr, Raghandina Hêzên Asayîşê û Endamên Yekîtiya Ragihandinê, tevlî hemleya darçandinê bûn.

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Ekrem Berekat anî ziman ku wan li deriyê ketin û derketina bajar, navçe û bajarokên herêmê dar çandin û wiha pê de çû: “Bi hemleyê re xwest ku çanda çandina daran li herêmê belav bibe û Hêzên Asayîşê ku li ser bendên kontrolê disekinin ji siya wan daran sûdê wergirin”.

Di hemleyê de 65 dar li ser 32 bendên kontolê yên Herêma Cizîrê, hatin çandin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê malavahiya hemû kesên tevlî hemleyê bûyî kir. 


 DÊRIK