Koordînasyona Giştî ya YRD'ê Roja Rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir, ku bi wesîleya salvegera çapkirina yekemîn rojnameya Kurd beriya bi 122 salan hate ragihandin. Koordînasyona Giştî ya YRD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rojnamevanên Kurd wê zexta hêzên dagirker a li ser navgînên çapemeniyê qebûl nekin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çapemeniya azad û demokratîk li dijî her şêwe zext û zordariya faşîzmê ji pîvanên xwe venagere û têkoşîna xwe didomîne." Di daxuyaniyê de YRD'ê got, "Bi wesîleya çapbûna yekemîn rojnameya Kurd di sala 1898'an de li Qahîreyê, roja 22'ê Nîsanê weke Roja Rojnamevanên Kurd hate ragihandin. Her ku berxwedana Kurdan a ji bo hebûnê dewam kir, li qada çapemenî-weşanê jî xeteke demokratîk û azad afirî û ev kevneşopî gihîşt vê serdemê. Ji aliyê rojnamevaniya Kurdistanê û dîroka wê ya çapemenî-weşanê ve, ji rojnameya Kurdistanê heta kovara Hewarê û rojnameya Îlerî Yûrt pêvajoyek derbas bû. Lê belê bi rojnameya Serxwebûnê re ku Cotmeha sala 1978'an hejmara wê ya destpêkê çap bû, dîroka çapemeniya Kurd bû xwedî nasnameyeke demokratîk û azad. Her ku têkoşîna hebûnê ya Kurdan veguherî têkoşîna azadiyê, nasnameya çapemeniya azad û demokratîk jî bû xwedî karakterekî civakî, rêxistinî û xurt û bi berdêlên giran kevneşopiyeke qewîn hate afirandin. Bi navê Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) em 22'ê Nîsanê Rojna Rojnamevanên Kurdistanê weke dîrokekê dibînin ku kevneşopiya Serxwebûnê hîn bi xurtî dikare bê domandin.” Heta avakirina Kurdistana azad û demokratîk Piştî behsa li ser bipêşketina televizyonên Kurdî jî YRD îşaret bi zext û zordariya dewleta Tirk dike û dibêje, "Li Tirkiyeyê sûcê herî giran ew e ku mirov rastiyê nîşanî civakê bidin, yanî rojnamevantî sûcê herî giran e.” RYD dibêje, çapemeniya azad wê bê tawîz têkoşina xwe dewam bike, “Çapemeniya azad û demokratîk li dijî zexta faşîzmê ji pîvanên xwe tawîzê nade û rêya xwe dewam dike. Bi nûçeyên xwe, bi analîzên xwe, bi dîmen û wêneyên xwe li dijî faşîzmê têkoşîneke mezin dimeşîne û dikin ku rastiyên di nava tarîtiyê de hatine hiştin ronî bibin. Di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê li her meydanê dewam bike. Ev têkoşîn wê heta hilweşîna faşîzmê, heta azadiya Rêber Apo, avabûna Kurdistana azad û demokratîk dewam bike.” Daxuyaniya YRD’ê wiha bi dawî dibe: “Li ser vê bingehê em careke din Roja Rojnamevanên Kurdistanê li rojnamevanên Kurdistanê hemûyan pîroz dikin, ji Mazlûm Dogan heta Gûrbetelliyan li pêşberî bibîranîna şehîdên kedkarên çapemeniyê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û bang dikin da ku ji bo bibîranîna wan karê şoreşgerî bê meşandin." NAVENDA NÛÇEYAN