YRK’ê di der barê çalakiya gerîlayên xwe yên li Herêma Kotol û Hewramanê de gahî da û ragihan ku rejîma Îranê di çarçoveya siyasetên zext û înkarê li hember tevgera azadiya gelê Kurd, li hember gerîlayên wan gelek operasyon li Rojhilatê Kurdistanê lidarxist. YRK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hevalê me Serbest Botan ji aliyê pastaran û cerdevanan ve li herêma Kotolê ya ser bi Eyaleta Urmiyê û hevalê Zal Med jî li Eyaleta Hawraman di encama kemîna rejîme de gihiştin sehadetê."


Çalakiya tolhildanê li Serdeştê

Fermandariya YRK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo tola hevalên xwe rakin di roja 14’ê Mijdarê de li hember hêzên Sipahê Pasdaran û cerdevanan li Serdeştê çalakiyek lidarxistinin. 

Daxuyaniya YRK wiha berdewam kir: “Çalakiya tol stendinê li herêma Rebet û derdora Serdeştê destpê kir. Gelek hêzên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn ku cenazeyên sê pasdaran ji bo demekî di destê gerîlayên me de man.”

YRK di daxuyaniya xwe de ragihan ku li gorî agahiyên wan girti ne di nava kuştiyan de generalê bi navê Hemîdî hebû ye û Hemîdî jî fermandarê Sipahê Pasdaran li herêmê bû û daxuyaniya xwe wiha domand: “Di berdewama pevçûnan de hêzên Sipah hêzên texviye jî rêkir herêmê, bûne hedefa hêzên me yên gerîla. Di encam de dîsa gelek pasdar hatin kuştin lê di derbarê hêjmara kuştiyan de tu agahî nehatiye bidestxistin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN