Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku di bombebaranên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî Çiyayê Asosê de 3 gerîlayên wan şehîd bûne.

YRK´ê têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk û Îranê yên şeva 27’ê Mijdarê li dijî Çiyayê Asosê yê bajarokê Mawet ê ser bi Silêmaniyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.



Di daxuyaniyê de YRK´ê got, “Guhertin û bûyerên li herêmê li ser bingehê têkoşîna tevgera Apoyî ya li Rojhilata Navîn ber bi azadiyê, demokrasî û yekîtiyê ve diçe, bi rê ve diçin. Van guhertinên hanê, gelê Kurd jî ber bi yekîtiyê ve biriye. Hêz û îradeya tevgera gelê Kurd her ku diçe berfireh dibe. Siyaseta dewletên faşîst a Tirk û Îranê ku wê nikaribe gelê Kurd ji holê rake, niha ew bi xwe ber bi rewşeke krîzê ve çûne.”

YRK dibêje, gelê Kurd modeleke demokratîk a ku dikare pirsgirêkan çareser bike, ava kiriye û ji ber vê yekê herdu dewlet êrişên xwe zêde û xurt dikin, YRK daxuyaniya xwe wiha dewam dike: “Di roja 27’ê Mijdarê de ango destpêka sala 40’emîn a PKK’ê de li Çiyayê Asos a bajarokê Mawet ê Başûrê Kurdistanê, balafirên şer ên dewleta Tirk dest bi bombebaranê kir. Di van êrişan de, bi giranî Çiyayê Asosê hate bombebarankirin. Ziyaneke mezin li rez û baxên gundiyan bû. Di êrîşê 3 gerîlayên me şehîd bûn.”

YRK´ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em careke din soza bi şehîdên azadiyê re dubare dikin. Em ê tola wan li erdê nehêlin.”

YRK´ê nasnameya gerîlayên xwe yên şehîd jî wiha eşkere kir: Jîrwan Mahabad (Mihemed Seîd Îbrahîm) ê sala 1969´an li Mehabadê jidayikbûyî; Delîl Reşîd (Ehmed Hebeş) ê sala 1980´yî li Efrînê jidayikbûyî; Serbest Dilniya (Salar Sofî) yê sala 1993´yan li Sinê jidayikbûyî. 


NAVENDA NÛÇEYAN