Endamên YXK’ê dan zanîn ku, ew ê ji niha û pê de jî di çarçoveya kampanyayê de xebatên xwe birêve bibin û armanca wan ew e ku îmzeyan bigehînin 50 hezaran. Ji ber vê çendê dane diyarkirin ku, ew ê di çalakiyên Çepgiran de dezgehan vekin û plan dikin ku aliyên çepgir, muxalîf û demokrat yên Almanyayê jî tevlî vê kampanyayê bikin. Endamên YXK’ê destnîşan kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan zêde bikin û bang li ciwanên Kurd kirin ku hîn bihêztir tevlî çalakiyan bibin.
MUNIH