Zagros êrîşên li dijî Kantona Efrînê û herêma Şehbayê nirxand û got; “Şoreşa Rojava hemû siyaset û hevsengiyên sedsala 20’an ji hev xist. Ev yek bû zemînê destpêkirina şer û şoreşa Rojhilata navîn. Gelê Kurk weke faktorekî bingehîn cihê xwe di vî şerî de girt. Li dijî wan jî hemû hêzên netewe dewlet û kapîtalîst hene. Ev hêzên global di nava tirseke mezin de ne, bê çawa karibin sîstema xwe bidomînin û emrê xwe dirêj bikin.”
Hedef destkeftiyên Rojava ne
Zagros diyar kir, dewleta Tirk di sedsala 21’an de jî dixwaze bi zîhniyeta xwe ya dagirker, nîjadperest û neteweperest re dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî pariyekî mezin û wiha dewam kir: “Şoreşa Rojava bûye kabûs ji bo dewleta Tirk. Xwe di nava xeteriyeke mezin de dibîne. Hemû hewldanên vê dewletê, ji bo têkbirina destketiyên Şoreşa Rojava ye. Dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne. Li dijî Kurdan nîjadperestiyê dike. Li ser vê bingehê îro êrîşî destketiyên gelê Kured dike. Bi taybetî di vê dema dawî de êrîşî Kantona Efrînê, herêma Şehbayê dike. Dewleta Tirk dixwaze desthilatdariya Împaratoriya Osmanî zindî bike. Li ser bingeha zindîkirina zîhniyeta Tûranîzmê, ku berî 500 salî dixwest hemû Rojhilata Navîn dagir bike, niha jî dixwaze xaka Kurdistanê bi temamî dagir bike.”
‘Dewleta Tirk di rewşa herî lawaz de ye’
Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û işaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî kir. Zagros da xuyakirin, ku di roja îro de hewl tê dayîn Peymana Enqereyê ji nû ve were zindîkirin û got, “Lê belê Kurd ne Kurdên berê ne. Lazim e hêzên navneteweyî û Tirk bi vê baş zanibin.”
Zagros diyar kir, dewleta Tirk di rewşa xwe ya herî lawaz de ye û bal kişand ser rewşa qels a artêşê.
Zagros da zanîn, dewleta Tirk bi propagandayê, bi şerekî mezin ê psîkolojîok hewl dide bandorê li dewletên li Rojhilata Navîn bike, gefê li qada navneteweyî bixwe û got, “Divê bi vê siyaseta dagirkeriyê baş zanibe. Ji ber ku gelê li Rojava îro çarenûsa xwe bi destê xwe diyar dike. Li ser bingeha modela neteweya demokratîk, hemû pêkhateyên cara yekem rêveberiya xwe dafirîne. Hêzên xwe yên leşkerî û sîstema xwe ava dikin. Ev êdî dibe bingeha Sûriyeya demokratîk. Dewleta Tirk a zîhniyeta wê tekparêz e, ji bilî xwe nasnameyeke din qebûl nake. Lewma êrîşên xwe yên hovane dijwartir dike. Rojava bomberdûman dike, tankên xwe derbas dike. Li cihê êrîş dike DAIŞ nîne, ti hêzeke terorê nîne. Li wir gelê herêmê bi xwe heye. Hêzên leşkerî yên Ceyş El Siwar û QSD hene. Ji bo parastina hebûn û yekîtiya xwe, hêzên xwe yên leşkerî bi rêxistin dikin û axa xwe diparêzin.”
‘DAIŞ û Tirkiye yek in’
Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros destnîşan kir, ku divê gelên li herêmê vê siyaseta dagirkeriyerê ya Tirkiyeyê bibînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
Zagros bang geşkirina berxwedanê kir û got, “Yê DAIŞ şanda nava Rojava Tirkiye bi xwe ye. Ti cudahî di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de nîne. Her du yek in. Şoreşa Rojava gihîştiye wê qonaxê ku Kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev. Ji ber vê yekê Tirk bi taybetî êrîşî Efrînê dike. Gelê Efrînê bi berxwedêrî, helwesta pêwîst nîşan daye. Gelê Efrînê mînaka Kobanê, Şengalê dibîne. Divê gelê Efrînê vê baş zanibe; ji bo serketina mezin şerê dawiyê tê dayîn. Di vî şerî de lazim e hûn dersê bidin faşîstên Tirk. Ez ji bo hemû jin, ciwan û tevahiya gelê Efrînê dibêjim; xaka xwe li dijî dagirkerên Tirk biparêzin. Bi ruhê Arîn Mîrkanan, bi ruhê Silava, divê îro berxwedan bê nîşandan. Ji ber ku em di rojên dîrokî de ne.
Bi ruhê hevalê Azîz, ku ji gelê Ereb bû, em yekîtî û biratiya gelan pêk bînin. Li dijî hêza gelan, ti hêz nikare bi ser bikeve. Li cihê yekîtî hebe, serketina gelan jî pêk tê.”
ANF / BEHDÎNAN