
Li navçeya Şirnexê Hezexê, polîsan bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. xist û bi giranî birîndar kir.
Polîsan li Taxa Jêrîn a Navçeya Hezexê bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. xist. Polîsan pêr piştî nîvrojê bi maşîna sivîl li zarokê 4 salî Umut O. xist ku li pêşiya mala xwe dilîst. Di encamê de polîsan zaroka 4 salî bi giranî birîndar kir. Umut O., ku di bin maşîneyê de ma, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin. Ji ber ku rewşa Umut O. giran e, ew ji Cizîrê jî sewqî nexweşxaneyeke taybet a Êlihê kirin.
Umut ê ketiye ber lêmiqatebûna tibî ya giran, hê jî xwe ji tehlûkeya mirinê xilas nekiriye.
ŞIRNEX