SALIM EMO / ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL


Endamên Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya Êzîdiyên Şengalê (SZPÊŞ) got, ji nan û avê bêhtir pêwîstiya zarokên wan bi perwerdeyê heye. 

Mamoste Diham Reşo, endamê Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya Êzidiyên Şengalê ye, ew dibêje, “Em  mamoste li ser daxwaza zarokên Şengalê  dixwazin dibistanan ji zarokên navendê yên Şengalê re vekin.”

Reşo îşaret bi kêm bûna derfetên xwe dike û dibêje, “Li gorî hejmara mamosteyan em ê çar dibistanan li gorî derfetên xwe vekin. Her wiha di demên pêş de li gorî zêdebûna hejmara mamosteyan û zêdebûna zarokên li navenda  Şengalê, em ê ji çar dibistanan zêdedir vekin. Ji Şengalê nêzîkî 400 zarok dixwazin bi zimanê dayikê perwerde bibin. Ji ber ku gelê me bi temamî venegeriyaye ser axa xwe, heke bi temamî vegeriyan, hejmara zarokan ji 900’î dibe ku derbas bibe.

Em  mamosteyên Şengalê daxwaz ji keç û  xortên xwe dikin ku zêdetir li civaka mamosteyan zêde bibin; ji ber ku zarokên me pêwîstiya wan bi perwerdeyê heye û hewce ye ku bi zimanê dayika xwe werin perwedekirin.”


Ciwan bila bibin mamoste

Reşo dide zanîn ku di wexteke nêzîk de çav li rê ye ku ji Peymangeha Ş.Rêzan beşek li navenda bajarê Şengalê bi cih bibe û wiha dewam dike: “Daxwaza me ji her kesî ew e ku karibe were tevlî vê peymangehê bibe, li ser esasê ku bikaribin bêhtir zimanê xwe hîn bibin û civaka xwe xurt bikin. Tevlîbûna  niha pir baş e lê em dixwazin bêhtir werin tevlê bibin, çiqas werin ew qas wê civak zane bibe.”


‘Li ku hewce be em ê perwerde bikin’

Endameke din a SZPÊŞ’ê, Rîham Hesen jî dibîje, “Ez mamosteya zimanê Kurdî me, li navenda Şengalê li ser esasê ku zimanê me neyê windakirin, ez hewl didim. Piştî ku gel koçberbûnê niha dîsa gel vedigere ser axa xwe, zarok jî daxwaza dibistanan dikin, ji ber ku heta niha dibistan ji wan rnehatine vekirin.

Em mamosteyên Şengalê jî li gor derfet û delîveyên xwe li her cihê ku zarokên Şengalê lê bin em wir bê perwerde nehêlin. Li gorî daxwaza milet, ku dixwazin zarokên wan zimanê dayikê hîn bibin û werin perwerdekirin, em jî li gorî hejmara zarokan em ê dibistanan ji zarokên Şengalê re vekin. Em bang li miletê xwe dikin ku rê li ber zarokên xwe negirin, bila zarokên wan werin perwedekirin; ji ber ku zarokên me niha pêwistiya wan bi zimanê dayika wan heye. Lewre beriya fermana 73’yan me zarokên xwe bi zimanê Erebî perwerde dikirin.“