Xwendekarên ku li mefê xwe yê demokratîk digerin rastî cezayên giran tên û mafê wan ê perwerdehiyê ji destê wan tê girtin. Niha li Tirkiyeyê zêdeyî 600 xwendekar ji ber ku tev li daxuyaniyên fermî bûne hatine girtin û niha li girtîgehê cudane. Piraniya xwendekaran bi îdîayên "Endamê rêxistinê ne", "Li ser navê rêxistinê suc kirine" û "Propaganda rêxistinê kirine" girtî ne. Herî dawî li Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê (MKU) 200 xwendekarên ku tev li daxuyaniyen fermî bûne û mafê xwe yê demokratîk û zagonî bikar anîn rastî lêpirsîn û cezayê giran hatin. Li MKU ku 29 hezar û 261 xwendekarê wê hene, 200 xwendekarên rastî ceza hatin; 54 xwendekar ji dibistanê hatin dûrxistin û 9 xwendekar ji dibistanê hatin avêtin. Li Kampusa MKU ya Tayfur Sokmen 21 xwendekar bi sedema ku tev li çalakiyên 8'ê Adarê bûn, 73 xwendekar ji ber ku tev li daxuyaniyên şermezarkirina Halepçe, Roboskî û Beyazitê bûn, 28 xwendekar ji ber li ber Rektoriyê çalakiya rûniştinê bûn, 17 xwendekar ji ber ku mafê xwe yê heqê rê xwestin, 25 xwendekar ji ber mafê xwarinê xwestin rastî lêpirsînê hatin.
Parêzerê xwendekaran Bulent Akbay, anî ziman ku li gel ku xwendekaran mafê xwe bikar anîne jî dîsa rastî cezayê dijzagonî tên. Akbay, da zanîn ku di serdemekê de bi tevahî li 200 xwendkaran lêpirsîn hatiye vekirin û rastî cezayan hatine û wiha got: "YOK bi van cezayan dixwazin her kesî li gorî xwe terbiye bikin. Daxuyanî mafê xwendekaran ê zagonî ye. Zexten li zaningehan her ku diçe zêde dibe. Hikûmet bi vê rêbazê zordestiyê li ser xwendekaran dimeşîne."
HAMDULLAH KESEN - DÎHA/HATAY