Desteya Hîndekarî û Perwerdeyê ya Kantona Efrînê bi minasebeta vekirina Zanîngeha Efrînê bi awayekî fermî merasîmek organîze kir.

Merasîm bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rewşenbîrên Kantonaefrînê, Endamên Saziyê Civaka Sivîl û sedan şagirtan pêk hat.

Piştî deqeyekê rêzgirtin, Cîgira Serokê Zanîngeha Kantona Efrînê Noristan Memo axaftin bi zimanê Kurdî û Erebî kir.Noristan diyar kir ku Zanîngeha Efrînê berhemek ji berhemên tekoşîna dirêj a gelê Kurd de û got ku wê ev zanîngeh çavkaniya zanistê be ji welatiyên Efrînê re.

Piştre Rêveberê Peymangehên Navîn Mihemed Ela axivî û balkişan ser girîngiya vekirina Zanîngehê li Kantona Efrînê ku yekemîn zanîngehe  di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava tê vekirine. Ela spasiya hemû kesê  keda wan di vekirina Zanîngehê de heye, kir.


Derî ji herkesî re vekirî ye

Her wiha di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa axaivî û vekirina zanîngehê li hemû şagirtan pîroz kir. Hêfî Mistefa dazanîn ku  deriyê zanîngehê ji hemû şagirtên kantonê û yên ji  herêmên Sûriyeyê ku ji ber qrîza li Sûriyeyê tê jiyan kirin, ji xwendinê bê par man re, vekirîbe.

Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Îlham Ehmed axivî û destnîşan kir ku di demeke ku li tevahî Sûriyeyê di navera aliyên ku li ser desthilatdariyê şer dikin, pevçûn rû didin, li Herêmên Rêveberiya Xweser pêşketin di hemû aliyan de pêk tên. Ehmed got ku vekirina zanîngehê gaveke berve pêşxitina Kantonê ve ye û ji bo  ku şagirt xwendina xwe temam bikin, peydakirina atmosferekî guncaw e. Îlham Ehemed di dawiya axaftina xwe de hêviya serketinê ji Zanîngehê re xwest.

Merasîm bi ketina beşdaran li zanîngehê  û gera li hindir salonên zanîgehê bi dawî bû.

Hejmara şagirtên ku ji bo xwendina li zanîngehê hatine pejrandin di 12’ê cotmeha 2015’an de gihîştibû 160 şagirtî. Ew li ser 3 beşan belav dibin. Beşê wêjeyêa Kurdî 80 şagirt, Endizyariya kerhro mîkenîkî 40 şagirt û beşê Aborî 40 şagirt in.“  


 ANHA/EFRÎN