Rêveberiya Zanîngeha Efrînê di 26’ê Îlonê de encamnameya wertgirtina xwendekaran ragihand û ji 538 xwendekaran 250 xwendekar ji bo beşên ’Bijîşkiya Mirovan, Aborî, Endezyariya Enerjiyê, Endezyariya Çandiniyê, Ragihandin û Wêjeya Kurdî′ hatin qebûkirin.
22 mamoste wê kar bikin
Zanîngeha Efrînê ya Kantona Efrînê pêr ji bo sala xwendinê ya 2016/1017′an, hat vekirin. Îsal hejmara mamosteyên zanîngehê gihîşte 22 mamosteyan. Ji wan mamosteyan karnameya doktora û master wergirtine,hinekan jî karnameya endezyariyê wergirtine.
6 mezelên nû
Rêveberiya Zanîngehê îsal guhertinek berbiçav di avahiya Zanîngehê de çêkir û berfireh kir, 6 mezelên nû ji bo beşên bijîşkiyê, endezyariyê û yek jî ji beşê kompîturê re zêde kirin amûr û pêdiviyên mezelan jî peyda kirin, her wiha kursî û dep zêde kirin û pirtûkxane û stadyomên zanîngehê jî nû kirin.
Îsal 3 beşên nû lê hatin zêdekirin
Hêjayî gotinê ye ku Zanîngeha Efrînê di 26’ê Tîrmeha 2015`an de bi 3 beşan ′ Endezyariya Enerjiyê, Wêjeya Kurdî û Aborîyê′ hat vekirin. Îsal jî 3 beşên din ′Bijîşkiya Mirovan, Ragihandinê û Endezyariya Çandiniyê′ hatin zêdekirin.
EFRÎN