Kampanya, çalakî û projeyên li ber Komîteya Piştgirî û Hevkariya Navnateweyî bi Zanîngehên Rojava re gelek û pirrcure ne:

Li paytexta Fransayê Parîsê bi konferansekê hem Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê hatin danasîn û hem jî li ser rêyên piştgiriya navneteweyî û qebûla navneteweyî ya van zanîngehan hat hizirîn. Di encama konferansê de pêşniyazên derketin holê, wê bi pêşengiya komîteyekê bên birêvebirin. Yek ji armancan organîzekirina pevguherîna akademîk e (xwendekar û dersdarên mêvan) û ya din jî rêyên xurtkirina lêkolîna li Rojava û rêyên sûdwergirtina ji sîstema perwerdeya demokratîk a Rojava ne.

25 Sibatê li Zanîngeha Nanterreê ya li Parîsê, li ser Zanîngeha Rojava konferansek hat lidarxistin. Gelek akademîyen beşdarî konferansa bi navê “Rojava: Création d’une Université Alternative et Démocratique pendant la guerre (Rojava: Afirandina zanîngeheke alternatîf û demokratîk di nava şerî de)” bûn.

Konferans li du beşan hatibû dabeşkirin. Pêşî berpirsa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo, Hevseroka Zanîngeha Rojava Roham Mistefa û Hevserokê Zanîngeha Kobanê Mostafa Alamhoulousheykhlar, zanîngehên Rojava û Kobanê dan nasîn. Her sê jî bi rêya Skypeyê beşdarî konferansê bûn ji ber ku wan nekarî vîzeyê bistînin.

Wan her wiha vîdeoyeke li ser zanîngehîn li Rojava nîşan da û pê diyar bû ku belaşbûna xwendina zanîngehê hatiye misogerkirin ji bo xwendekaran. Û ev belaşbûna hanê ji bo lojman, xwarin û veguheztinê jî lê ye. Gelek beşdaran di dema vî beşî de fikra xwe îfade dikir û digot, modeleke wisa mirov dikare veguhêze Fransayê jî.

Gelo hevkariyeke zanîngehan wê mumkin be?

Di dema beşa duyê ya konfersansê de sernavê minaqeşeyê “Em çawa hevkariyê bikin bi zanîngehên li Rojava re?” bû. Di nav beşdaran de ji Zanîngeha Paris 8´ê civaknas Eric Fassin, ji EHESS´ê Profesor Dr. Hamit Bozarslan, ji CELSA´yê Joëlle Le Marec, ji Zanîngeha Sorbonneê Christophe Voilliot, Ji Zanîngeha Parîs Nanterreê, Hevsekreterê Giştî yê SNESUP-FSU´yê Pascale Laborier, hevdamezrînerê bernameya PAUSE´yê ji bo qebûla hewarî ya xwendekarên ji derveyî welat û endamê ISP´ê hebûn. Mustafa Erdem Sakinç û Selim Eskiizmirliler moderatoriya vê beşê kirin.

Ji bo xurtkirina zanîngehên li Rojava

Di dema konferansê de organîzatoran jî lîsteyeke rêbazên çalakiyan ji bo piştgirî û hevkariya bi Zanîngehên Rojava re pêşkêş kir. Hin pêşniyazên wan ên sereke em li jêr dikin rêz:

  • Avakirina Komîteyeke Piştgirî û Hevkariya Navneteweyî ya qebûl kirî ji aliyê Buroya Têkiliyêîn Navneteweyî ya Zanîngehîn rojava.
  • Kampanyaya berhevkirina kitêban.
  •  Kampanyaya berhevkirina kitêbên elektronîk
  • Kampanyaya berhevkirina materyalên ji bo labaratuwaran
  • Kampanyaya danasîna zanîngehên Rojava
  • Bipêşxistina projeyeke Ewrûpî ya subvansiyona bi armanca bipêşxistina perwerde û lêkolînê li Rojava.

Da ku fînansman û qebûl misoger bibin

Wekî din weke çalakiyên hevkariyê yên darîçav jî ev pêşniyazên hanê hatin kirin:

  • l Organîzekirina xwendekarên mêvan (pevguherîna xwendekaran)
  • Organîzekirina lêkolînerê dersdar ê mêvan
  • Projeyên hevpar ên lêkolînê
  • Organîzekirina prosedura Zanîngeha Rojava (belkî bi prosedûreke cotdîplomayê)

Di konferansê de xasma dersên Jineolojiyê, 8 fakulteyên sereke, demokratîkbûna sîstema zanîngehê û mufredata wê, û belaşbûna xwendina zanîngehê bi îhtîmam hat destnîşankirin û banga destekkirina van armancên pêşniyazkirî hat kirin.

 

PARÎS