Dr. Janroj Keleş li ser Medya û Civakê dersê dide, li ser Zoomê wê kêliyê 216 guhdar hene. Piştî ku gotara wî qediya birêveberê rûniştinên Zoomê yên ji bo dersan Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan mafê axaftinê ji bo îfadekirina fikr û pirsan dide beşdaran. Em li sinifeke zanîngehê ya online in. Zanîngeha Rojava bi hevkariya INALCO’yê (beşek ji Zanîngeha Sorbonnê li Parîsê) û Zanîngeha Newrozê (Dihok) di ser bernameya civînên online Zoomê re ev Zanîngeha Online 8’ê Nîsanê daye destpêkirin. Niha kesên li bernameyê qeydkirî 320 in. Ji sê profîlên sereke yên ku li gorî Dr. Ibrahîm Seydo di ser hev de întelejensiya Kurdî pêk tînin. Li ser projeyê me bi Serokê Bêşa Lêkolînên Kurdî li INALCO’yê mamosteyê zanîngehê Dr. Ibrahim Seydo Aydogan re sohbetek kir. Ew dibêje elaqe gelekî zêde ye û dibe ku ew li îhtîmalên careke din organîzekirina bernameyeke wisa bikin. Ji armancên sereke yên projeyê ye ku hem di dema karantînaya ji ber krîza koronayê de perwerdehî dewam bike, hem jî di encamê de çavkaniyek weke pirtûk ji bo lêkolînên Kurdolijiyê peyda bibe. Dersên ku wê bên dayîn jî tên qeydkirin û wê li arşîva Zanîngeha Rojava paşê peyda bibin. Fermo hûn jî guh bidêrin li sohbeta me.
Di dema avakirina Zanîngehê de li fikra dersên online
Fikra dersên online beriya du salan careke din derdikevin meydanê. Em dibêjin careke din ji ber ku ev fikr beriya bi 10 salan peyda bûye, ji ber sedemên cihê jî neberidiye. Hingê Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan li ser destûra Zanîngeha Rojava bi ekîpekê re kar dike: “Beriya bi du salan ez bi xwe jî di pêvajoya çêkirina statuya Zanîngeha Rojava de bûm û min şêwirmendiya zanîngehê dikir. Me lê nihêrî ku ji ber ku mamoste nînin, rewşa şer a daimî nahêle mamoste biçin wir. Hingê me got, em ev hevalên ku salê carekê tên cem hev, bi rêya skypê dersan bidin. Bi vî awayî bernameya li Zanîngeha Rojava kêm e tê dagirtin, bi rêbazên Ewrûpî ve tê dagirtin û ev ji bo prestîja zanîngehê jî baş e. Me ev dewam dikir, mesela Efrînê çêbû, zanîngeha Kobanê li erê nayê sekinî. Axir tenê Qamişlo ma. Hevalek li vir hebû, di doktoraya wê de bi awayekî ne fermî min alî wê dikir. Ez behsa Xecê (Hacer Petekkaya) dikim; piştî ku doktora xwe qedand xwest bixebite, me kir ku ew biçe Qamişlo. Niha li Zanîngeha Rojava hem berpirsiyar e û hem jî mamoste ye. Peywendiyên me timî dewam dikirin.”
Û êdî gavê diavêjin Zanîngeha Online
Gava ku rewşa karantînayê ji ber vîrusa koronayê dest pê kir, rewşa zanîngehan li Rojava xirabtir dibe. Wê çaxê Ibrahîm Seydo Aydogan fikra xwe ji berpirsên Zanîngeha Rojava re dibêje, “Min got, divê em tiştekî bikin.Wan got, ma em çi bikin? Min got, va ye zanîngehên me hemû di ser Zoomê re dersê didin, ji ber ku kes nikare ji mala xwe derkeve. Lê perwerdehî divê dewam bike. Min got ev sîstema hanê li cem me ev çend hefte ne pirr baş dimeşe ma çima em ji bo Rojava nekin? Wan jî got, hûn bikin baş e.”
Baş bû lê nedibû tenê ji bo xwendekarên Rojava be, bila kesên din jî beşdar bibin, qîmet û prestîjeke akdemîk çêbe. Ev ê çawa bûya, em guh bidin mamosteyê zanîngehê: “Zanîngeha Rojava, Unîversîteya Newrozê ya Dihokê û INALCO’yê (Parîs) tevlî bûn; me got, em ê bi van sê zanîngehan dest pê bikin. Mamosteyên Zanîngeha Middlesexê Dr. Janroj Keleş, Mamosteyê Zanîngeha Carletonê li Ottowayê Profesor Cafer Şêxulislamî mil dame, Dr. Joanna Bocheńska ji Zanîngeha Jagiellonian a li Lehistanê got, ez jî dixwazim tevlî we bibim. Me xwest mamoste Michael Chyet jî hebe, me got, mamoste ev demeke dirêj e tu ji civakê dûrî em dixwezin ji zanîna te îstîfa de bikin, me ji Michel Leezenberg jî rica kir ew hem li Unîversîteya Amsterdamê dixebite û hem jî li INALCO’yê; me lê nihêrî bernameyeke xurt derket holê. Me xwest meseleya trawmaya civakî jî hebe, trawmayên weke Enfal, Dêrsim, Roboskî, şewitandina gundan, wer hasil, şerekî 40 salan ji nifşekî derbasî nifşên din dibe. Me ji Jan Îlhan Kizilhan rica kir li ser etnopsîkolojiyê dersê bide, ji ber ku ew ji pêşengên wê ye. Wî jî qebûl kir. Bi vî awayî me milê bernameyê yê ziman, edebiyat, dîrok, sosyolojî, antropolojî, psîkolojiyê xurt kir. Me bernameyeke berfireh pêşniyaz kir. Ji ber ku ev warên zanistî hemû hebûn, me derseke metodolojiyê jî li bernameyê zêde kir.”
Di navbera Kurdistan û Hawarê de
Bernameyê 8’ê Nîsanê dest pê kir û wê heta 15’ê Gulanê dewam bike. Herdu dem jî balkêş in: “Me di navbera salvegera destpêka weşana rojnameya Kurdistanê û salvegera weşana kovara Hewarê de weke cejna zimanê Kurdî diyar kir. Me xwest, em pêşniyaz bikin, ew beşdarên fêrî metodolojiyê dibin, gelek dersên cihê digirin, bila ew jî lêkolînan bikin, werin nav civakê 8 ta 10 deqîqeyayan xebata xwe devkî pêşkêş bikin. Piştî wê, hem mamoste û beşdar wê rexne bikin, pêşniyazan bikin, rê bidin ber. Piştî hingê li gorî nirxandin û minaqeşeyan ew ê gotareke nivîskî pêşkêş bikin. Mamoste wê li ser bixebitin û pirtûkekê amade bikin. Gotar wê li ser navê xwendekaran bên çapkirin, weke lêkolînên Kurdolojiyê. Bi vî awayî di gelek waran de çavkaniyeke dewlemend ji bo lêkolînên Kurdî tê pêşkêşkirin.”
Saetên dersê li gorî rewşa li Rojava hatin diyarkirin
Li ser pirsa ka gelo derfetên elektrîk û înternetê li Rojava ji bo dersên di ser Zoomê re destûrê didin yan na, heger na, çareseriyê çawa hatine bipêşxistin, Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan dibêje, “Gelek pêşniyaz û gazin tên kirin. Pirsgirêka elektrîkê heye. Lê hema hema nîvê beşdaran jî ji Rojava ne; yan xwendekar, yan mamoste yan jî derçûyiyên zanîngehê ne, hin ji wan jî di dezgehên çapemeniyê de kar dikin. Ji ber wê jî me wisa saetên dersê eyar kirin ku li wir îhtîmala hebûna elektrîkê zêde be. Yanî em dersan êvarê didin. Dersa yekê li gorî saeta Rojava saet 18’an û ya diduyê saet 21’ê tê dayîn. Lê dîsa jî carinan di saeta dersê de elektrîk qut dibe, înternet qut dibe. Ji me re peyaman dişînin, dibêjin wele elektrîk qut bû, em ji dersê man. Ji ber wê jî piştî şêwra bi Zanîngeha Rojava re me biryar da ku em hin dersan dubare bikin. Jixwe gelek kesên xwe heta îro qeyd kirine, nekarîn li dersên destpêkê binihêrin. Ev dubare wê ji bo wan jî be. Ez dersan hemûyan li cem xwe qeyd dikim û em dikarin wan bi vî awayî dubare bikin. Yanî niha saetên dersên dubareyê hene. Piştî ku ders hemû xilas bûn, em ê vîdeoyên hemû dersan bigihînin Zanîngeha Rojava da ku ji bo yên ji dersan mayî û yên nû tên zanîngehê jî karibin ji arşîva zanîngehê îstîfade bikin.”
Ji bo Kirmanckî jî meydan heye
Li ser meseleya zimanê dersan jî ew dibêje, şêwezarên Kurdî hemû weke zimanê dersê ew qebûl dikin. Lê wan dersek taybet daniye bi navê Dersa Zaravayên Kurdî: Kurmancî û Kirmanckî ku wê Xecê (Hacer Petekkaya) bide. Mamosteya dersê bi xwe serbest e hilbijêre ka ew ê dersê bi kîjan şêwezarê bide.
Profîl a întelejensiya Kurdî ye
Profîla xwendekaran gelekî balkêş e; jixwe, ji ber wê Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan di ser hev de navê întelejensiya Kurdî lê dike: “Ji sedî sed yan xwendekarên zanîngehan in yan jî herî kêm dîplomaya wan a lîsansê heye. Yanî ev artêşeke Kurdologan di destê me de heye, lê me ji vê dewlemendiyê îstîfade nekiriye. Gelek sosyolog, psîkolog, gelek mamosteyên dîrokê, yên matemetîkê hene. Ev derçûyiyên zanîngehan in, xwe di warê Kurdî de şexsî bi pêş ve birine. Ji ber wê, ev ji wan re jî bû derfetek. Gelek rojnamevan jî hene, rojnamegerên di radyoya Kurdî ya Swêdê de dixebitin, rojnamevanên ji Rojava, mesela yên Arta FM’ê hene. Wekî din nîvîskar di nava me de hene; weke Yaqob Tilermenî, Tengezarê Marînî, Fatma Savci; ew jî beşdarî dersan dibin. Gava mirov van her sê profîla datîne ser hev, esil, ev profîl ya întelejensiya Kurdî ye. Lê belê ev întelejensiya, pirraniya wê ji perwerdehiyeke birêkûpêk a akademîk bêpar mabû. Ji ber wê ye ku ev bername ne komplet be jî li gorî derfetên heyî, bernameyeke têra xwe dewlemend e ku bi kêrî van hersê profîlan jî were.”
Ders înteraktîf in
Di dersa Janroj Keleş de çawa ku min dît ders înteraktîf bû, min xwest bizanim, ev weke qaydeyê ye yan îstîsnaye: “Em wisa qebûl dikin beşdar jî xwediyê hin zanînên bi nirx in. Ji ber wê jî me xwest ders înteraktîf bin. Mamoste saetekê ta saetek û panzdeh deqîqeyan gotara xwe pêşkêş dike. Piştre jî beşdar jî nîv saetê ta 45 daqîqeyan dikarin pirsan bikin, yan nirxandinekê bikin yan fikrekê îfade bikin. Di dema dersê de jî û piştî dersê jî înteratîvîte dewam dike. Di dema dersê de peyaman dişînin, ev xuya dikin û piştî dersê jî bi xwe mafê axaftinê wergirin. Kêfa gelek kesan ji vê re tê. Heta doh (pêr) di dersa Cafer Şexulislamî de pirs û bersivan saetek û nîvê dewam kir. Axir em dixwazin mirov karibin fikra xwe bibêjin. Ew minaqeşekirina zanistî bibe çandek di nava me de.”
Fikr ji mêj weke tevneke akademîk derketiye holê
Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan li ser fikra destpêkê ya Zanîngeha Online dibêje, “Esil koka vê fikrê heta bi sala 2010’an diçe. Ji ber ku hingê gava ku li Bakur li hin unîversîteyan beşên Kurdî vedikirin, lê belê bi kesên wiha ve destpê dikirin ku ne pisporên qada Kurdî bûn. Pisporiya wan di warên din de bû. Bi taybetî jî îlahiyat yan jî edebiyata Tirkî bû. Bi wan destpêkiribû. Lê belê, Unîversîteya Hekariyê ya li Colemêrgê bi min re têkilî danî, wan xwest ez karê wan ê avakirina Lêkolînên Kurdolojiyê bi rê ve bibim. Rektor kesekî samîmî bû, jixwe ji ber ku têkilî bi me re danî û xwest vî karê birêkûpêk bike, piştî bi du salan ji kar hat avêtin. Sê salan li zanîngehê Konferansên Kurdolojiyê hebûn. Sala pêşî ez tenê mêvan bûm, lê herdu salên din min bi rê ve dibir. Hingê du pirtûkên wan jî derçûn, yek bi navê Ziman û Edebiyata Kurdî û yan din bi navê Kurdolojî. Hingê me di nava xwe de behs kir, ev kesên me yên li zanîngehên cuda kar dikin, lê ji ber nebûna dezgehên hevpar, divê haya me timî ji hevdu hebe, em alî hevdu bikin, di warê xebatên Kurdolojiyê de em karibin pişta xwe bidin hevdu.”
LAXEK neçû serî
Ew hingê projeyekê bi navê LAXEK (Lijneya Akademîk a Xebatên Kurdolojiyê) çêdikin. Lê ew proje wê neçûya serî çawa ku Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan dibêje, “Ji her zanîngehê wê berpirsek tê de hebûya û li kîjan zanîngehê tezeke mastir yan jî doktorayê li ser Kurdolojiyê hebe, wê nusxeyeke wê ji LAXEK’ê re jî bişîne. Bi vî awayî me yê dokumentasyon û arşîva xebatên Kurdolojiyê çêkira. Me wê çaxê hin peyman çêkirin, bi Zanîngeha Colemêrgê, bi ya Dihokê, bi ya Zaxoyê re, bi Exeterê [li Ingilîstanê] re, bi Zanîngeha Artukluyê re jî me peyman çêkir. Armanc ew bû ku ev zanîngeh bi konvensiyonên yeko yeko bigihîjin hevdu. Lê wê çaxê ev xebatên me yên meydana zanistî weke siyasî hatin hesibandin. Piştî 2015’an li Tirkiyeyê jî rewş guherî û ew mesele hemû sekinî. Zanîngehên li Bakur ên me peyman bi wan re danîn, bi me re nexebitîn.”
Gelo wê dewam bikin?
Gelo wê ders dewam bikin: Me di destpêkê de got, ev ê ji bo vê carê be, lê ji dema me destpêkirî ve, gelek kesan qîmeteke mezin da projeyê. Wan got, çima hûn her sal çênakin? Gelek kesan jî xwest ders bi pereyan bên kirin. Me weke prensîp ji bo vê carê belaş çêkiriye. Le heger bibe daîmî û taleb jî pirr be, dûvre ji bo dewamkirina karan û renumerasyona mamosteyan, belkî dûvre em lê bifikirin.
Lê em dibînin pirr daxwaz tê kirin, lê forma wê belkî guhertî be. Ji bo carekê mamoste xwebexş tevlî bûn. Lê niha ka derfet ji bo careke din a muhtemel wê çawa bên avakirin, em nizanin. Tenê em dixwzin dîsa çêbikin. Fikra destpêkê ji bo carekê bû û belaş e.