Rêveberiya Zaningeha Rojava civîneke berfireh li dar xist û sala xwendinê ya derbas bûyî û ya nû bi awayekî berfireh nirxand.
Hemû mamosteyên li zaningehê erkdar û rêveberên zaningehê beşdarî civînê bûn. Di civinê de kar û xebatên par li gel encamên salê hatin nirxandin. Mamosteyan bi gotarên xwe li ser pêşketin û pêşniyazên xwe ji bo xurtkirina zaningehê axivîn. Di nava pêşniyazan de rêbazên bipêşxistina xebatên perwerdeyê ji bo sala nû hatin vegotin û li ser pergala zaningehê jî nîqaşên li ser dersdayînê, derdetin pêş. Li aliyê din masmosteyan proje û fikrên xwe ji bo bilindkirina asta zanista zanîngehê anîn zimên ku di nav wan de xebatên bipêşxistina masteran li zaningehê, avakirina navenda lêkolînên zanistî, vekirina pirtûkxaneyeke mezin, hebûn.
ANHA/QAMIŞLO