Îro di bazara Dêrikê de çavê min bi kel û pelên zilamekî ket ku gihayekî xwerû difirot. Gihayek ku li herdera Şengalê tê dîtin. Beriya derbasbûna li Rojavayê Kurdistanê, çend rojan li dilê Mezopotamya û nav bajarê efsaneyên bêdawî mam.

Şengal, bajarê ku Êzîdî dibêjin; "Ne cara yekem e ku ji aliyê îslamiyan ve rastî êrişan tê" ye. 

Efsane di tevahiya aliyên jiyana Êzîdiyan de diherikin. 

Ji bo her bûyer û qewimîneke taybet, efsaneyeke wan ê dûr û dirêj heye, lê tişta ku zêdetir ji yên din bala min kişand, gihayeke pîroz bi navê "komî" di nava wan de bû. 

Yekemîn şeva mayîna min a li Şengalê bi baraneke bihêz re hevdem bû. Demek zêde derbas nebû ku tofan ji baranê zêde bû. 

Ez, tevî Gîwara û Berxwedan, di xîvteke biçûk a sê kesî de ku beşek ji qempa fêrkariyê ya grûba nû avabûyî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ) bû, li dora hev kom bûn. 

Gîwara bi henek ji Berxwedan re got: ’’Rica dikim, telefonekî jê re bike û bêje em di qontara Çiyayê Şengalê de, li ber ba û baranê de asê mane û me taqeta êş û belayeke din nemaye.’’ 

Lê xuya bû Berxwedan gelek ji vê rewşê nerazî nebû û ji Gîvara re got: "Xwedê bike ba û baran wisa berdewam be, bi vî awayî sifreya me bi komiyê dixemile.’’

Di sibeheke nîv baranî de tevî Kemal Cindî ji bo vedîtina komiyê, ber bi çiyayê Şengalê ve diçim. Ev îsal tenê ye û qilêşa wî şûna bîst û pênc hevalên wî ku her yek ji wan ji ber sedemekî bi wî re nemane, girtiye. 

Kemal tişteke tîj ku weke çeqoyê ye dike nav axê û bê ku komiyan birîndar bike, ji dilê axê derdixe. 

Dêrsim Rojhilat ku ji endamên perwerdê ye, bi henekî dibêje: "Ji bo razîkirina gelê Şengalê ji bo civîn û kombûnan hefteyekî dem dixwaze. Eger baran hewesê neke raweste, roja paştir qontara çiya ji şêniyan vala dibe."

Komî, xwarina herî bingehîn a Êzîdiyan e. Dêrsim dibêje; ji ber ku DAIŞ li hin deveran mayîn çandine, dema komkirina komî çend kes birîndar bûne.

Ne diyar e ku ji ber çi navê wê xwarinê 'komî' ye. Di wêjeya devkî a Êzîdiyan de gelek çîrok di vê derbarê de hene. 

Feqîr Cerdo ji bo min yek ji wan dibêje: 

"Li gor mîtolojiya Êzîdiyan, kesayetiyê bilind ê olî "Mîr Îbrahîm Adem", di her berbangê de berê xwe dida rojê û qewil dixwendin. Rojekî Mîr Îbrahîm îbadetê dike, xezalek ji vê derê derbas dibe. Mîr dixwaze xezalê nêçîr bike lê zimanê xezalê vedibe. Xezal derfetekî ji Mîr Îbrahîm dixwaze ku cara dawî şîr bide zarokên xwe. Xezal sê demjimêran dixwaze, saetek ji bo çûyin, yek ji bo vegerê û yek jî ji bo şîr dayina zarokên xwe.

Mîr daxwaza xezalê dipejirîne, xezal bi guhanên pir şîr ber bi gelî baz dide û şîr dilop dilop ji guhanên wê dikevin ser erdê. Dema xezal digehe cem zarokên xwe, meselê ji bo wan vedibêje. Wan şîr venaxwin û îsrar dikin ku dayika wan vê meselê ji Mîr Îbrahîm re bêje û vegere cem wî. 

Xezal daxwaza zarokên xwe qebûl dike û bi lez vedigere cem Mîr. Mîr ji zû vegerîna xezalê ecêbmayî dimîne û sedemê dipirse. Xezal jî daxwaza zarokên xwe ji mîr re dibêje. Ev mesele bandoreke mezin li Mîr dike û ji biryara kuştina xezalê poşman dibe û ji xezalê re dibêje: "Madem zarokên te dizanin ku ez heme û min mebesta kuştina te kiriye, ez ji biryara xwe vedigerim û te nakujim. Bi vî awayî û ji şîrê ku ji guhanên xezalê çikiyane ser axa Şengalê, gîhayekî xwerû û bêdan ji aliyê Xweda ve pêşkêşî Êzîdiyan tê kirin."

Niha êdî dem hatiye ku vê xwarina tije remz û raz biceribînim. 

Di pêşrewiyên bi lez yên DAIŞê de, di nûçeyan de derbas bû ku bajarên Zumar û Şengalê ku şêniyên wan piranî Kurd in ketine destê hêzên Dewleta Îslamî. Ji ber vê Êzîdî her axaftinekî dabeşî beriya ferman û piştî fermanê dikin. Helbet rast dibêjin, her tişt bi awayekî giştî hatiye guhertin. 

Piştî fermanê herî kêm şeş hezar ji wan mirine, 12 hezar kes winda ne û hejmareke zêde jî berê xwe dane cîhên ewle û aware bûne. Bi êrîşa DAIŞê û komkujiya gelê Êzîdî bi destê îslamiyan, hêzên eskerî yên YPG beşek ji wan li gelek deverên Kurdistana Sûriyê bi hêzên DAIŞê re di şer de bûn, di eniyeke din de xwe gihandin Şengalê û tevî gerîlayên PKK û hêzên pêşmerge yên herêma Kurdistana Îraqê, ji bo azadkirin û derxistina çeteyên DAİŞ'ê hatine meydanê.

Di encama êrîşa îslamiyan de hejmareke zêde ya Êzîdiyan ji bo xelasiyê berê xwe dan çiyayê Şengalê. Beşek ji wan ji ber birçîtî, bê avî û nebûna îmkanên bijîşkî di çiyayan de canê xwe ji dest dan. 

Xwedêda, yek ji Êzîdiyên Şengalê ye, em hinek derbarê bûyerên dawî yên sala çûyî axivîn. Dibêje "Hêzên DAÎŞê pê danîn her gund û bajêrekî, bi axê re kirin yek û beriya ku ji wan deveran derkevin, cîhên hesas û derbas bûnê bombe kirin."

Di axaftina hemûyan de xaleke hevbeş heye; "Êrîşa îslamiyan bo ser Şengalê tiştekî nû nebû." Ji Berekat dixwazim meselê zêdetir şirove bike. Dibêje; "Her çar xelîfeyên Raşidîn di destpêka îslamê de êriş anîne ser Şengalê û esera dizî û talanên wan di efsaneyên me de mane." 

Her wiha di efsaneyên Êzidiyan de hatiye ku "Gilgamêş û paşayên Sasanî jî dê fermana Êzîdiyan rakin."

Ligor gotina şêniyên Şengalê, hejmara wan 84 milyon kes bûye ku di encama 74 fermanan de hejmara wan her ku çûye kêmtir bûye. 

Efsane û mîtolojî bi dawî nabin. Reşo yek ji endamên Yekîneyên Parastina Şengalê (YPŞ) ye. Wî jî weke piraniya Êzîdiyên din baweriyeke zêde bi efsaneyan heye. Bi taybet jî yên di ’Meshefa Reş’ de hatine. Dibêje: "Di pirtûka pîroz a Êzîdiyan de hatiye; rojekî xelkên weke misilmanên destpêka îslamê, dê êrişê bikin ser Êzîdiyan û li hember wan hin kes dê ji çiyayan dakevin xwarê û werin hawara Êzîdiyan. Niha ev yek di rastiyê de heye. Kesên ku ji çiyayan daketin û bi hawara Êzîdiyan hatin, gerîlayên PKK'ê ne."

Dema ji bo komkirina komiyê ji çiyayê Şengalê bi ser ketim, min bi baş li dîmenên jêr nêrî. Nêziktirîn xala bilind a çiya, bi piyan tenê sê demjimêran ji qontarê dûr e. 

Bajar ji dûr ve aram dixuyê. Kemal yek ji ciwanên şêniyê Şengalê ye, bi hesret ji jor ber bi bajêr dinêre û dibêje "Tu rizqek zêdetir ji cardin vegera bajêr nîne."


Jêrnivîs:

* Êzîdiyan du pirtûkên pîroz hene, ''Cilwe'' ku têde usûlên bawerî yên Êzîdiyan hatiye şirove kirin û ''Meshefa Reş'' ku beşek ji dua û sirûdên di metha mezinên Êzîdiyan e.

* Êzîdî dibêjin pirtûka ''Meshefa Reş'' heşt kîlo ye û dema şerê cîhanî yê yekem de hatiye dizîn. Ev pirtûk niha li cem Cihûyên Îsraîlê ye. Lê beşeke kurt jê cardin hatiye kom kirin. Tê gotin ev pirtûk ji aliyê Şêx Adî hatiye nivîsîn.  

* Şêx Adî ola Êzîdiyan li Îraqê belav kiriye. Niha merqeda wî li gundê Laleş li nêzî Mûsilê û cîhê îbadet û cîbicîh kirina menasika hecê ji aliyê Êzîdiyan e. 

* Êzîdî her roj pênc caran merasîma îbadetê pêk tînin, çar caran rojê û carekê jî merqeda Şêx Adî. Her wiha sê rojên meha Kanûnê bi rojî dibin.