Hejmara 9’emîn a kovara Zarema derket. Di vê hejmarê de werger, meqale û analîzên zanistî cih digrin. Kovara nû ya zanistî û wêjeyî Zarema hejmara xwe ya nû weşand. Yekem nivîsa vê hejmarê meqaleya Kemal Silêmanî ya “Kurd û Çêkirina Xwetiyên Neteweyî” ye ku derbarê nivîsên Kurd û Ermenan ên di rojnemaya Osmaniyan Tercuman-ı Hakîkatê de weşiyabûn. Her wiha nivîs balê dikişîne ser têkiliyên Kurd û Ermenan ên di sedsala 20’emîn de.
Ali Kemal Çınar: “Îmtihana bi Mekan re II-Veşartî” wek dewama dosyeya sînemaya Kurdî û duyem nivîsa Hudai Morsunbul ji rêzenivîsên derbarê sinemaya Ali Kemal Çinar de xwendineke bi hûrgilî û kûr a filmê Veşartî li ber we ye. Wekî din Umran Aran, Mezher Îbrahîmî û xwînerên kovarê yên girtîgehê Salah Hayderî, Ahmet İsmail, Ahmet Bilge, Menaf Osman û İdris Erenç jî bi nameyên xwe bûne mêvanên kovarê. Edîdoriya kovarê diyar dike ku hejmara 10’an dê li ser neteweperweriyê be.
NAVENDA NÛÇEYAN