
Malbata Celîlan qederê 60-70 salan e ku li ser edebiyat, folklor, çand û zargotina Kurdî, Kurdistanî dixebite, û niha gencîneyeke nû diyarî çand û zargotina Kurdî kir. Prof. Celîlê Celîl xebata ku bi birayê xwe Ordixanê Celîl re dabû dest pê kirin, piştî wî jî domand û dest bi weşana rêze ansiklopediyan kir. Heta niha pênc cîlt jê hatin çapkirin û hê 20 cîlt jî di rêzê de ne. Prof.Dr. Celîlê Celîl der barê xebatên xwe yên wêjeyî de nirxandinên girîng kirin.
Prof. Celîlê Celîl vê xebatê weke xelatkirina Kurdan, weke li xwe veger, li mîrata hezar salan xwedî derketin û weke deyndayinekê dibîne. Xebata ku berî bi 50-60 salî bi kêmderfetî li her çar parçeyên Kurdistanê û her weke din li Ermenistan, Gurcistan, Qazaxistan, Qirgizîstan û her weha Asyaya Navîn destpêkirî, bi navê ansiklopediyên "Zargotina Kurdî" berhev bûn. Mirov dikarê bibêje, hemû berhemên ku ji aliyê Malbata Celîlan ve, bi ked û sebreke mezin hatine tomarkirin di ansiklopediyan de li hev dicivin.
Li ser kar û barê ansiklopediyên " Zargotina Kurdî " ku wê 25 cîlt bin, Prof.Dr. Celîlê Celîl pirsên derbarê mijarê de bersivandin.
Mamoste hûn dikarin ji me re behsa serpêhatiya malbata xwe û pêdaketin û lêhûrbûna li ser zargotina Kurdî bikin?
Ez dikarim bibêjim malbata me bi avabûna Sovyetê dest pê dikê. Ji ber ku diya min û bavê min di êtîmxana de mezin bûne. Her dû jî bêkes bûn, ne dê û bav, ne xal û xaltîk, ne ap û pismam, tenê dizanin Kurd in û li ser vê hîmê mezin bûne. Bavê min Casimê Celîl bi Kurdî re pirr elaqedar e û li ser Kurdan çi heye çi tune ye dixwaze berhev bike. Yekemîn pîrtûkên Îsahak Marogûlov dixwaze û çîroka berhevkirina malbatê destpê dike û bi taybetî jî ev pîrtûk dibin bingehên pîrtukxana wî.
Ji 60 salî zêdetir ez û malbata me tev di vê oxirê de dijîn. Em bi hêvî ne ku layiqî edebiyat, folklor û Zargotina Kurdî bûbin.
Daneheva Zargotinê yanî nivîsandina wê çawa dest pê kir?
Piştî nivîsandinê û pîrtûkan Zargotin hinekî qels bû. Lê di nav Kurdan de folklereke dewlemend ma, ji ber ku Kurd, miletekî çiyayî bûn, nexwendevan bûn. Jiyana çiyayî û zozanî ev diparast. Lê jixwe piştî ku Kurd jî koçber bûn, gund û warên wan xera bûn ev folklor jî, çanda Zargotinê jî koçber bû bi wan re. Ziman li Kurdistanê hate qedexekirin. Rê li ber ziman hate girtin û ji xwe pirsgirêka herî mezin ku Zargotin jî nehatiye civandin.
'Zargotin bi her merivekî re dimire'
Zargotin jî zindî ye, bi her merivekî re dimire. Li her gundekî çend dengbêj hebin, her dengbêj tiştekî distrê, her yek şaxekî distrê. Hewqas dewlemend e Zargotina Kurdan. Dema ku dimirin jî her yek bi xwe re tiştekî dibe.
Em ev 60 sal in Zargotinê berhev dikin û li ser dixebitin. Dema dengbêj dihatin li Radyoya Erîvanê bistrin, birayê min Ordixanê Celîl li dengbêjan guhdarî dikir û stranên wan dinivîsandin. Her dengbêjekî di radyoyê de stranek, du stran digotin encex. Lê peyre an jî berî hingî bavê min Casimê Celîl bi xwe re dianîn malê, şevbûhêrka xwe dikirin, çîrok digotin, distrîn û me jî qeyd dikir.
Ez dîrokzan im. Ordixan li ser Zargotinê pispor bû, xwîşka me Cemîle Celîl pisporiya wê li ser mûsikê bu. Berê gelekî zehmet bu, derfet kêm bûn lê dûvre bi pêşketinên teknîkî ve jî me avêtin kompûterê. Tiştên ku berê me bi Kirîlî nivîsandibûn me wergerê tîpên Latînî dikir. Hemû dokûman bi zanistî cins cins, malbat malbat careke din di ber çavan re hatin derbaskirin. Me plan kiribû ku bi Ordixan re salê çend caran bicivin û li ser ansiklopediyan bixebitin. Lê mixabin temenê birê min Ordixan têrê nekir, pişta min vala ma.
Dema ku em li arşîvan dinêrin ji çîrokvan û dengbêjên ku dengên wan hatiye girtin an jî li ber gotinên wan hatiye nivîsandin ji sedî 99 jiyana xwe ji dest dane ji ber ku ez niha 80 salî me û daneheva Zargotinê 60 sal e didome.
Ji bo xwedîderketin, parastin û bipêşxistina Zargotin, edebiyat û çanda Kurdî divê Kurd çi bikin?
Leyistika herî mezin ev e ku Kurd zêde pey sîyasetê ketine. Dijminên Kurdan dixwaze bi riya siyasetê asîmile bike. Dibêjê tu çi be, kî be were sîyasetê bike, bibe memûr, bibe karker, bibe karmend bibe hertiş, lê ne bi Kurdî, bi Erebî, Tirkî, Farisî. Ziman tune be Kurd bûn çî ye?
Daxwaza min ew e, Kurd berê zimanê xwe bernedin û ziman tenê ne axaftina vala ye! Divê zimanê hûnerî, zimanê kal û bavan yê folklorî lê bibin xwedî, bicivênin, belav bikin. Zarokê me îro di dibistanan de bi Tirkî mezin dibin. Şerê me yê pêşîn gerek ji bona vê be. Ji ber ku ji her demê zêdetir Kurdîtî û ziman ji nava me rabûye. Berê zimanê Tirkî di nav me de hewqas ne xurt bû lê îro pirr bi pêş ketiye. Dewlet tê li nava Kurdistanê, dinêre Zimanê Kurdî û Kurdperwerî xurt e, li wir ûnîversiteyan vedike, dibistanên taybet vedike, zarokan hînî pîşeyan dike, zarokan ji gundan tîne, xaniyan ji wan re çêdike. Ew zarok bi hevalên xwe re bi Tirkî diaxivin, her tiştên wan bi Tirkî ye, çend salan dixwînin, asîmile dibin, xilas dikin. Ew pîşe/meslekê ku dixwînin li gundê wan bi kêrî wan nayên, mecbûr dimînin diçin metropolan. Bi hezaran zarokên Kurdan ûnîversiteyan xilas dikin, ew bi ku de diçin?
'Gerek Kurd boneya zimanê xwe dinyayê rakin serpiyan.'
Berê her tişt qedexe dikir lê dîsa jî Kurdan di mala xwe de bi Kurdî xeber dida. Îro bi şekir tê pêşiya te û te asîmile dike. Dihêle tu sîyasetê bikî (lê bi Tirkî), partiyan ava bikî, navê Kurditiyê lê bikî, destûra aktiviteyan dide, jibo dewletê problem tune. Lê destûra perwerdehiya zimanê Kurdî nade! Dewletê nikarî bi milyonan Kurd bikuşta, lê îro ew zarokên ku bi Tirkî xwendin bûne dayik û bi Tirkî diaxivin. Ev xetereyeke mezin e, em kê dixapînin!
Gerek Kurd boneya zimanê xwe dinyayê rakin ser piyan. Lê wisa lê hatiye Kurd bixwe Tîrkî zêde dikin di nav Kurdan de. Bi kar û barê ku prîvat zarok fêrî ziman bibin ev nameşe. Bi sed hezaran zarok diçin dibistanê, tenê komek zarok li komelekê an dibistaneke taybet fêrî ziman dibin. Dewlet dibêje, bere bibin bîst salî dûvre herin zanîngehê, ger bixwazin bere fêrî Kurdî bibin. Kurd ne Kurdê berê ne û divê perwerda Kurdî, bipêşxistina zimanê Kûrdî tevbigerin.
Armanca Ansklopediyên ku ji 25 bergan pêk tê çine?
Di va salên dawî de bi hezaran berhemen Kurdî, cûr bi cûr têne weşandin lê di nav van de yê ku bi şiklê zanyarî û ansîklopedîk têne nivîsandin pirr kêm in. Kêfxweşiyeke mezin ew e ku derfet pirr bûne û Kurdan giraniya xwe daye nivîsandinê. Divê li ser her tiştî binvîsin, bi her cureyî binivîsin, pispor bin, lêkolîn bin, vekolî bin, bipirsin, berhev bikin. Yanî hem ber ew bi xwe binivîsin, hem jî her yekî ji wan di gencîneya ziman û zargotina Kurdî de tiştekî bibînê û mayînde bike.
Ez jî dixwazim keda Malbata Celîlan ya 60 salan zêdetir di van ansiklopediyên ku bi metodên zanyarî têne nivîsandin bicivînim û diyarî Kurdan bikim. Wê bi giştî 25 cîld bin. Cîlda pêşîn Destanên Kurdî ne. Destan berê di nav Kurdan de pirr xwedî qîmet bûn. Lê niha pirr kêm bûye. Berê li her gundî destanbêj hebûn, her yekî bi cûreyekî, bi dengekî, bi taybetiyekê digot û ji xwe jî tişt tevlî dikirin û wisa dewlemend bû.
'Dema ku ev ansiklopedî qediyan ez ê rehet rakevim'
Her du cîldên ansîklopediyê yên pêşî weke ceribandinê ne û cîldên din her yekî li ser beşekê ye, di van cîldan de her tişt heye. Stranên şînê hene, nifir, dûa, tiştanok, îdom, çîrok, çîvanok, çîrçîrok hene, stranên govenda, yê dîlanan, stranên mêraniyê, epîk hene, efsûn hene li ser Suleyman Pêxember, li ser İskenderê Zilqerne... Me bi zanetî ev wisa amedekirin. Weke baqekî bi dehan, bîstan kûlîlkî ji baxçeyê Zargotina Kurdî em diyarî Kurdan bikin. Îja em dixwazin her kûlîlk bi xwe bibe baqek û di bergekê da be. Me niha 5 cîlt çap kirine û pêra jî cîldên din jî amade dikin.
Dema ku ev ansiklopedî qediyan ez ê rehet rakevim. Min weke kes û jixwe bi taybetî malbatê jiyana xwe tev bi van berheman berdewam kir. Niha jî careke dawî em dixwazim rengê Zargotina Kurdî careke din li her derî vede.
Dema cenabê te ket nav kûrahiya xebat û danehevên bi dehan salan çi hîs kir an li rastî çi hat?
Dema min dest bi xebata cîldên Zargotinê kir, li nav arşîvên nivîsarên zargotinê de digeriyam ka çi tê de heye ku ez bend bend parve bikim, min di nav wan arşîvan de defterên dibistanî dîtin û yek ji wan taybet e, deftereke zarokan e. Jixwe min dibistan qedandibû lê ez çûbûm gundekî û rastî tiştên balkêş hatibûm, min xwest binvîsim tiştek li gel min tune bû û bajar dûr bû, min ji zarokên xwediyê malê standibû. Li ser nivîsiye, 1955. Ji wê rojê pê de Zargotin bûye av, hewa, nan, tehb, jiyan û evîna min. Careke din di arşîvan de li rastî vê nivîsê hatin, ez dilxweş kirim.
Di dema weşandina pênc cîldan de hûn bi çi pirsgirêkan re rû bi rû man? Her weha ji bo weşandina bîst cîldên mayî pirsgirêk hê jî hene?
Problema herî mezin a fînansî ye û redaktorî ye. Ansîklopedî li Ewrûpa çap dibin bi boneya ku qalîte ya wan baş be. Her çiqas tê xwestin ku bi alfabeyên din yên Kurdî jî bê çapkirin lê ji ber ku Latînî li her derê ji hêla xwendevanan ve tê bikaranîn em bi Latînî didomînin û dixwazin bi vî şiklî cihê xwe di nav lîteratûrê de bigirê. Kengî bê xwestin wergera zarava û zimanên din, hêza zanistiya Kurdî têrker e.
Kesên ku alikarî dikin boneya çapkirina cîldên ansiklopediyê navê wan jî di ansiklopediyan de tê nivîsandin. Zehmetiya mezin destpêk bû. Jixwe dema ku ansiklopedî werin firotin dê bibê alikariya cîldên din.
Xwendekarê dê sûdêke çawa ji van ansîklopediyan wergirin?
Xwendekar di van ansiklopediyan de dê Zargotina Kurdan bibînin, ku bingeha edebiyata/wêjeya Kurdî ye. Dê dîrokê binase, bo hûnernasiyê, ji bo naskirina mûzîkaya gelerî, dans, mûsîk, komedî, tîyatro, û gelek tiştên din. Mirov dikarê bibêjê Zargotin gencîneya ziman, çand, hûner û jiyanê ye. Zargotin ne tenê boneya demekê ye, hişê hezar salan e. Ê ku fêrî Zargotina xwe bibe, dê fêrî dewlemendiya dîroka bav û kalên xwe bibe.
Gotina dawî?
Çi xebata were kirin ku xebatkarê wê ne evîndarê Zargotinê bin, xizmet çênabe. Gelek mirov hene boneya çapkirinê tiştinan dinvîsin û berdewam nakin. Lê divê evîndarê Zarogitinê bin, wextê xwe bidinê de, xwe biêşînin, hareketa xwe, mal û milkê xwe dênin ber vê evînê, wî çaxî dikarin bibin xwedî berhem. Ez di vê heştê saliya xwe de dixwazim herim Kurdistanê gund bi gund bigerim û zargotinê berhev bikim, biweşînim û xelatî zarokê Kurdan bikim. Zargotin divê bê nivîsandin ji bo ku ji bîr nebe.
DÎHA/VIYANA