Koma Şanoyê ya Mencelê, li Wanê lîstika xwe ya bi navê “Zargotin Zêrgotin e” nîşan da.
Koma Şanoyê ya Mencelê, lîstika ku Çetoyê Zedo nivîsand, a bi navê “Zargotin Zêrgotin e” ku lîstikeke pêkenok e, nîşan da. Lîstika bi Kurdî ku derhêneriya wê ji aliyê Nazmî Karaman ve hatiye kirin, rastî elaqeyeke mezin a şanohezên Wanê hat.
Lîstika ku ji aliyê lîstikvanên zîrek ve hat pêşandan û xelkê ku klîstik eciband, li ser piyan ji performansa lîstikvanan re li çepikan da.
WAN