Li Girê Sipî sala perwerdeyê ya 2016-2017 bi belavkirina karneyên bi zimanên Kurdî û Erebî bi dawî bû.

Karne li 7 dibistanên bajêr û 79 gundên Girê Spî bi zimanên Kurdî û Erebî tên belavkirin. Hejmara şagirtên ku karne wergirtin 8 hezar û 641 e.

Şagirtên serketî jî diyarî li wan hatin belavkirin.

Piştî ku şagirtan karneyên xwe wergirtin, şagirta bi navê Heyfa Mihemed Elî kêfxweşiya xwe derbarê qedandina sala xwendinê de anî ziman ku bi zimanê Kurdî bû ji bo wê. Şagirta bi navê Yesmîn Ehmed jî ji ber keda mamosteyan malavahiya wan kir.

Hêjayî gotinê ye ku cara yekê ye ku karne bi zimanên Kurdî û Erebî li Girê Spî tên belavkirin. 


GIRÊ SPÎ