Duyemîn Mîhrîcana Zarokan a Hunerî di bin navê ‘Zarok xemla jiyanê ne de’, li navenda Aram Tîgran a bajaroka Rimêlanê, doh dest pê kir.

TEV-ÇANDꞌê Duyemîn Mîhrîcana Zarokan a Hunerî, li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajaroja Rimêlan, da destpêkirin. Di mîhrîcanê de, 45 komên zarokan yên stran, dîlan, şano û mûzîkê yên Kantonên Cizîrê û her wiha komek ji Kobanê beşdar bûn.

Navenda çand û huner a Aram Tîgran a ku mîhrîcan lê tê lidarxistin, bi wêneyên ku zarokan xêz kirine, xemilî.


Ji bo nifşekî zana

Roja yekem a mîhrîcanê bi beşdariya Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Fermandarê Hêzên QSDꞌê Mensûr Hacî, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed, Endamê TEV-ÇANDꞌê Bêrîvan Xalid û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl amade bûn.

Mîhrîcan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama komîteya amadekar Gulnaz Derwîş bixêrhatina mêvanan kir û wiha axivî:” Armanca ji vê mîhrîcanê ew e ku nifşekî zana bê avakirin. Em ê zarokên di temenê biçûk de, perwerde bikin”.

Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo bal kişand ser keda ku TEV-ÇAND di warê parastina çanda resen û perwerdekirina nifşên nû de dide.

Heyfa Erebo her wiha bandora rewşa ku herêm tê re derbas dibe ya li ser zarokan wiha nirxand:” Rewşa ku herêm tê re derbas dibe rewşeke zehmet e, ev yek bandorê li ser jiyana zarokan dike. Ji ber vê yekê ev mîhrîcan gaveke erênî ye û pêşengiya zarokan di jiyan û pêşerojê de, misoger dike. Me di mîhrîcanê de, hobiyên zarokan dîtin, em bi vê yekê serbilind in.”

Piştî axaftinan Koma Şehîd Rîhan a stranan, koma Şehîd Govend a dîlana kurdî, Koma Şehîd Şervan a şanoyê yên bajarê Qamişlo stran û dîlanên xwe pêşkêş kirin. Di dawiya roja yekem a mîhrîcanê de, koma Awazên Çiya stran gotin.

Tê payîn ku mîhrîcan bi stran, dîlan û şanoyan, 8 rojan bidome. 


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ