Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di bin banê Midûrtiya Şaxa Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî atolyeyên kompûter, huner, drama, matematîk û sazê li dar xistine. Ev atolye di Sumerparkê ne û 885 zarok jê sûdê werdigirin û zarok herî pir eleqe nîşanî atolyeyên kompûter, matematîk, huner, drama û sazê didin. Di navbera 7-14 salîyê de 465 zarok bi awayekî bêpere ji van kursan sûdê werdigirin û her dema salê zarok dikarin qeyda xwe çêkin û beşdarî van atolyeyan bibin.

Seroka Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Semra Kiratli, derbarê atolyeyan de agahî dan û got ku Bernameya Destekê ji bo du grûban tê dayîn; yek navbera 3-5 salî, ya din navbera 7-14 salî. Kiratli, aşkere kir ku zarok di van atolyeyan de behreya xwe bi pêş dixin û bi awayekî bextewar mezin dibin. Kiratli, da zanîn ku di Bernameya Desteka Zarokan de gelek xebatên atolyeyê têne meşandin û got, “Zarok di van atolyeyan de hunera xwe bi pêş dixin. Atolyeya me bi pergala deriyê vekirî tê meşandin. Her dema salê zarok dikarin qeyda xwe li atolyeyê bikin.”


Kompûter, Huner û Saz

Kiratli da zanîn ku zarok herî pir eleqeyê nîşanî Atolyeya Kompûterê didin û di vê atolyeyê de perwerdekar înterneta ewle, bikaranîna klavyayê, xebatên anîmasyonê û World, Excel nîşanî zarokan didin.

Her wiha Kiratli bal kişand ku di atolyeya hunerê de jî kukla û resim têne çêkirin û got, “Di vê atolyeyê de bêhtir li ser xiyala zarokan disekinin. Ew xiyal û hunera xwe ya destan digihînin û pê xebatên cur bi cur dibin serî. Paşî jî van berhemên têne çêkirin têne pêşandan.”

Kiratli diyar kir ku di atolyeya sazê de jî hunera muzîkê ya zarokan tê bipêşxistin û aşkere kir ku 45 zarokên di navbera 9-14 salî de beşdarî vê atolyeyê dibin. Kiratli, anî ziman ku her hefte roja în, şemî û yekşemî ev atolye heye û got ku zarok li vê derê fêrî notayan dibin û sazê lêdidin. 


 AMED