ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Li Şengalê sala nû ya perwerdeyê bi vekirina 4 dibistanên nû û beşdariya li xwendinê ya hezar 500 xwendekaran dest pê kir.

Li herêmên Şengalê yên di bin kontrola Meclîsa Xweseriya Demokratîk de sala nû ya perwerdeyê dest pê kir. Bi bipêşxistina pergala xweser, zêdebûna derfetan û vegera gel re pergala perwerdeyê jî berfirehtir dibe.

Pergala ku beriya bi 4 salan hatibû destpêkirin, sala 2017-2018’an a perwerdeyê de li 11 dibistanan bi beşdariya 1000 xwendekaran hat meşandin. Lê piştî ku li hin herêman pirsgirêkên ewlekariyê hatin çareserkirin û gel jî vegeriya ser warê xwe, dibistan jî zêde bûn.

Di sala nû ya perwerdeyê de li navenda Şengalê 4 dibistanên din jî hatin zêdekirin û hejmara xwendekaran bû hezar û 500. Di rewşa niha de li Şengal, bajarokê Xanesor, wergeha Serdeşt, gundên Kersê û Kolka 15 dibistan û hezar 500 şagirt hene.

100 mamoste dersê didin

Li van dibistanan ji refa yekem heta refa 6’an bi giştî 100 mamoste dersê didin.

Bernameya perwerdeyê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdiyan ve hatiye diyarkirin. Di çarçoveya bernameyê de li dibistanan dersên Kurdî, Erebî, Ingilîzî, Êzdayetî û dersên din ên zanistî, civakî, dîrokî û erdnîgarî tên dayîn.

Endama Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdiyan Celîla Meto û mamoste Dexîl Zêd têkildarî mijarê zanyarî dan û got, bi vegera gel re pêdiviya dibistanan jî zêdetir dibe û niha hejmara şagirtan zêde bûye. Mamosteyan bang li tevahiya welatiyan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanê.