11 zarokên Êzîdî radestî Meclisa Mala Êzîdiyan hatin kirin. Meclis dibêje, siheta wan baş e, lê psîkolojiya wan nebaş e. Meclis wê wan radestî Meclisa Şengalê bike da ku wan bigihîne malbatên wan. Zarokekî din ê bi navê Samir Xidir jî behsa wê yekê kir ka DAIŞ´ê ew ji xwe re çawa kirine esker.
Endamê Meclisa Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê, Mehmûd Reşo destnîşan kir ku wan 11 zarokên Êzîdî yên ku QSD`ê ew ji lepên çeteya DAIŞ`ê rizgar kirine, wergirtine xwe. Reşo got, ew ê zarokan radestî Meclisa Şengalê bikin. Samîr Xidir jî yek ji zarokên bi korîdara QSD´ê vekirî rizgarbûyî ye ku niha 13 salî ye. Yekane daxwaza wî ew e ku karibe bigihîje xwediyên xwe yên li Şengalê.
QSD’ê li Baxozê di encama çalakiyên rizgarkirina sivîlan de bi hezaran kes ji lepên çeteya DAIŞ`ê rizgar kirin. 11 zarokên Êzîdî jî di nava wan sivîlan de bûn. Navên zarokên ku hatine rizgarkirin Sifiyan Xelef Silêman, Mahir Xelîl Îbrahîm, Dilêr Elî Refo, Wesîm Îsmaîl Îbrahîm, Iyad Hisên Şemo, Mustefa Ehmed, Mazin Selîm, Xeşman Semîr, Dilvan Xelef, Secad Ebas û Sedam Hisên.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê zarokên Êzîdî radestî Meclisa Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê kirin da ku ew jî wan radestî malbatên wan bikin.
Endamê Meclisa Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê, Mehmûd Reşo destnîşan kir ku wan 11 zarokên Êzîdî ji Fermandariya Giştî ya QSD`ê wergirtine û got, “Zarokên ku hatine rizgarkirin niha li gel me ne. Em ê wan derman bikin û pêwîstiyên wan dabîn bikin.”
Mehmûd Reşo da zanîn ku ew bi Meclisa Şengalê re di nava têkiliyan de ne da ku zarokan radestî wan bikin û ew jî radestî malbatên wan bikin. Reşo destnîşan kir ku rewşa zarokan a tenduristiyê baş e lê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê psîkolojiya wan xirab bûye.
Endamê Meclisa Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo di dawiyê de malavahiya QSD`ê kir û wiha peyivî: “Em ji bo rizgarkirina sivîlan bi taybet ên Êzîdî malavahiya QSD’ê dikin. Heta niha me hejmareke mezin ji Êzîdiyên rizgarkirî ji QSD`ê wergirtine. Hejmareke mezin ji Êzîdiyan hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Em bi hêvî ne ku hemû Êzîdiyên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, li malbatên xwe vegerin.”
Dixwazim li Şengalê vegerim
Samir Xidir zarokekî Êzîdî yê 13 salî ye û ji şêniyên taxa El-Nisir a Şengalê ye, tevî komek ji zarokên Êzîdî ber bi herêmên di bin kontrola QSD`ê ve reviya. QSD`ê ji bo wergirtina zarokên Êzîdî korîdorên ewlehiyê vekirin û li kampa Holê ew bi cih kirin da ku piştre li Şengalê vegerin. Samir wiha behsa roja ku hatiye revandin dike, “Ez, tevî malbata xwe razayî bûm, beriya ku DAIŞ êrişî me bike. Me hewl da birevin, lê me nikaribû. DAIŞ`ê em birin Tileferê û piştre birin Mûsilê.”
Samir destnîşan kir ku çeteyan piştî ku zarok ji dayikên wan qut kirin û keçik ji nava wan veqetandin, bi darê zorê ew kirin Misilman.
Zarokên Êzîdî kirin eskerên xwe
Çeteyan piştî ku zarokên Êzîdî li cihekî Mûsilê kom kirin, careke din ew dûrî hev kirin. Li ser vê yekê, Samir got, “Çeteyan bi darê zorê hişt ku çend zarok xizmetkariyê ji wan re bikin û zarokên mayî jî tev li nav refên xwe yên eskerî kirin û em perwerde kirin.”
Piştî ku artêşa Iraq û Heşd El-Şabî dor li Mûsilê girt, çeteyan hemû Êzîdiyên ku revandine ber herêmên din ên ku li Sûriyê di bin dagirkeriya xwe de birin. Samir got, piştî ew anîn Sûriyê, dest bi perwerdekirina wan kirin, paşê ew tev li şeran kirin: “Her cara ku çete li herêmekê bi bin diketin, em dibirin herêmeke din, heta ku em gihîştin gundê Baxozê yê li Dêrazorê. Hejmara me 16 zarok bû û em kirin dibistanekê. Lê piştre em reviyan û piştî ku QSD`ê korîdor vekir û alîkarî pêşkêş kir, em reviyan û hatin herêmên QSD`ê.”
Samir tekez kir ku çeteyan sivîl li Baxozê ji bo parastina xwe ji balafiran û QSD`ê, wek mertalên zindî bi kar dianîn.
Zarokê Êzîdî Samir Xidir, piştî êş û zehmetiyên ku li ser destê çeteyan dîtin, got, “Dixwazim vegerim Şengalê û min bêriye malbata xwe kiriye. Dixwazim bi wan re heta hetayê bijîm.”
ANHA / HESEKÊ