Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava bi munasebeta hatina havînî şahiyek ji zarokan re organîze kir. Şahî li Salona Roj a bajarê Tirbespiyê bi amadebûna Hevserokê Buroya Rêxistinên Alîkariyan ya Kantonê Dijwar Ehmed, rêveberên Rêxistina Rojava û bi dehan zarok hate lidarxisitn.
Endamê Rêxistina Rojava Fexrî Derwîş axaftina destpêkê kir û got, zarok siberoja civakê ne, erka wan e ku zarokan biparêzin û nehêlin rewşa heyî bandoreke neyênî li ser dinya wan bike.
Derwîş ji bo armanca vê şahiyê got, bi hatina havînî re wan xwest şahiyekê ji bo zarokan çêkin ku pê bêhna wan derkeve. Koma Hevalên Zarokan û Kulîlkên Rojava dîlanên folklorî pêşan da, Koma Şehîd Viyan Peyman jî stranên taybet ên li ser zarokan pêşkêş kirin. Berpirsên Rêxistina Rojava di dawiya şahiyê de lîstok wekî diyarî pêşkêşî zarokan kirin.
Rêxistinê beriya hefteyekê jî bi heman armancê li Qada Bexçeyê Mezin şahiyek ji bo zarokan li dar xistibû.
ANHA / TIRBESPIYÊ