Rojên 14-15-16'ê gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku her sal Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç dide kes an saziyek ji bo ziman ked daye îsal da Zarok TV.

Ji bo xelatdayîn û pîrozkirina Cejna Ziman li Taksim Hill Otelê merasimek hat lidarxistin. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Ozlem Kurt ve hat kirin. Kurt kesên Enstîtu ava kirine yek bi yek bibîranî, sipasiya xwe ji bo Zarok TV kir ku xebatek wisa dike û hêviya domkirina xebatê kir.

Kurt li ser xebatên Enstîtuyê jî axivî, diyar kir ku her sal li dor hezar kesî qursê dibînin û qala îstatîstîkan bi 400 kesên ji van xwendekaran re kiriye kir. Di îstatîstîkan de derketiye holê ku yên tên dersan piranî yan xwendekarên zanîngehê ne, yan zanîngeh temam kirine û wekî cins jî ji van sedî 42 jin, sed3i 57 mêr derketine.

Li ser navê Zarok TV xebatkarê televîzyonê Ro Oguz xelat ji destê rewşenbîr Faik Bulut girt. Bulut bang kir ku her kes xwedî li ziman derkeve û got: "Ziman berbanga me ye, ziman tune be berbang jî tune ye." 


 STENBOL