Derket holê ku li najarê Tirkiyeyê Kirşehîrê zarokeke Êzîdî li dibistana îmam hatîbê hatiye qeydkirin û zext lê hatiye kirin ku serê xwe bigire, bibe Misliman û nimêj bike.

Zaroka Êzîdî ya bi navê Pîroz Mêhdî ya 12 salî ji ber êrîş û dagirkirin çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an bi malbata xwe re ji Şengalê koçber dibe û li taxa Aşikpaşa ya Kirşehîrê bi cih dibe. Pîroz piştî ku li Kirşehîrê bi cih dibe diçe dibistaneke seratayî ku ji bo zarokên Sûriyeyî hatibû vekirin û par ji vê dibistanê mezûn dibe.

‘Divê tu bibî misliman!’

Pîroz di serdema nû ya perwerdeyê de li Dibistana Lîseya Îmam Hatîbê ya Durdu Muzafer Marşap tê qeydkirin. Pîroz piştî ku li dibistanê tê qeydkirin, li gorî îdîayan mamoste û midûrê dibistanê Osman Îşler zextê lê dikin û jê re dibêjin “Divê tu serê xwe bigirî, bibî Misliman û dest bi nimêjê bikî.” Pîroz piştî ku li dibistanê van gotinan dibihîze û rastî zextan tê dev ji dibistanê ber dide û niha naçe dibistanê.  

Bi şertan Pîroz qewirandin

Midûrê lîseyê Osman Îşler der barê bûyerê de li ser pirsa me got, “Em raste rast nikarin zarokên biyanî li dibistana xwe qeyd bikin, Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr zarokên biyanî li dibistana me qeyd dike. Şertên dibistana me hene. Bûyerek wiha nayê bîra min. Dibe ku ev şert ji Pîroz hatibin xwestin.”

Li aliyê din dibistanên dewleta Tirk ên ku li ser pergala tekperestiyê hatine avakirin û bûne navendên bişavtinê bi heman zîhnîyetê bi salan zarokên Elewî jî bi dersa dîn a mecbûrî bişaftin û baweriya wan biçûk xistin.


KADRÎ ESEN / AMED