M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, zilamê bi navê K.E. hevjîna xwe ya berê kêr kir û kurê xwe yê deh salî jî benzîn lê kir û şewitand. M.Ş. rakirin nexweşxaneyê û ew hîna di beşa dermankirina taybet de ye. Kurê wî bi xwe ji tehlûkeya mirinê filitî. Êrişkar Kalender Erdogan ê ku hewl da xwe bişewitîne, li nexweşxaneyê ye, belê di nezareta polîsan de ye.

Li devera bi navê Stelingen a Hamburgê, Kalender Erdogan ê 49 salî 1´ê Gulanê hevjîna xwe ya ji 7 salan ve ji hev cihê ne, M.Ş. kêr kir. Wî M.Ş. ya ji Kayseriyê ya 40 salî li ber çavên herdu zarokên xwe yên 10 û 12 salî gelek caran kêr kir. Vî bavê hov, piştre benzîn bi kurê xwe yê deh salî de kir û hewl da wî jî bikuje. Keça wî ya 12 salî karîbû xwe li balkonê veşêre û xilas bibe.

M.Ş. bi birînên kêrê bi giranî birîndar bû û ew bi helîkopterê gihandin nexweşxaneyê. Ew niha li beşa dermankirina taybet tê dermankirin, lê tehlûkeya bimire hîna heye. Kurê 10 salî yê ku bavê wî hewl da wî bikuje, ji mirinê filitî. Keça wî ya 12 salî û 3 polîs jî ji ber dû bi jehrî ketin.

Piştî êrişê, Kalender Erdogan benzîn bi xwe de jî kir û xwe şewitand. Ew jî gihandin nexweşxaneyê, lê belê ew di heman demê de di nezareta polîs de ye jî. Lewma der barê wî de biryara girtinê hat dayîn.

Pîlan kiriye û çûye

Hevseroka Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Hamburgê Leyla Kaya got, êrişa li dijî M.Ş. û her du zarokên wê, bi qesda kuştinê û plankirî bû. Wê ev agahî bi me re parvekirin: “Gotiye, ez ê surprîz bikim û çûye malê. Bi kêr û sotemeniyê çûye. Pêşî M-Ş. ji stûyê wê kêr kiriye, piştre benzîn bi kurê xwe de kiriye. Piştre çûye şaneşînê û gotiye, ez ê xwe bişewitînim. Ji ber ku keça wî ya 12 salî telefonî îtfaye û ambulansê kiriye, bi wan ve gihane. Li gorî agahiyan, M.Ş. hîna di komayê de ye, belê li ser zarokan tehlûke nemaye. Ji ber ku me nekarî di wexta wê de em dest werdin vê pirsgirêkê, em pirr xemgîn in.”

Kaya got, bi krîza vîrûsa koronayê re şideta li dijî jinên Kurd zêde bûye; û wê meha Sibatê kuştina Olania Çendy li Dortmundê û ya Besma Akinci li Hildestheimê bi bîr xist. Herdu jî bi destê hevjînên xwe hatin qetilkirin.

Em ê dev ji dozê bernedin

Kaya weha dewam kir, ”Weke Meclîsa Jinê ya Rojbîn, em vê êrişa hovane rûreş dikin; em lanetê li zêhniyeta paşverû ya mêran dibarînin.” Wê got, ew ê dev ji dozê bernedin û wiha dewam kir: ”Mêrbûn kujer e. Tenê bi piştgiriyeke xurt a jinan û têkoşînê em bikarin li ber sîstema mêr têde desthilat û şideta mêran rabin.”

Hevseroka Meclîsa Rojbîn, Kaya bi bîr xist ku par herî kêm 135 jin li Elmanyayê bi destê mêran hatine kuştin. Kaya di dawiyê de wiha bang kir: “Weke beşek ji tevgera jinê, em di dema pandemiyê de jî kampanyayên xwe dewam dikin û li dijî şidetê xebatên xwe dewam dikin. Em dixwazin jin destekê bidin hev û parastina hev xurt bikin. Tişta me ji şidet û zextê biparêze hevgirtin û baweriya em bi hev bînin e. Em dixwazin ji bo jin û zarokan konseptên baştir ên paraztinê bên bipêşxistin. Em bang li jinan hemûyan dikin da ku xwe li dijî şidetê birêxistin bikin û bi hev re xwe biparêzin.”