Komên ku tevlî mîhrîcanê bûn, ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve hatin xelatkirin.

Roja pêncemîn û ya dawiyê komeke zarokên kampa Roj a koçberan a bajarê Dêrikê tevlî mîhrîcanê bû.

Koma kulîlkên kampa Roj, awazên li ser koçberiyê û vegera welêt bi zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî pêşkêş kirin.

Koma Kulîlkên Kampa Roj, 40 zarokên ji pêkhateya Ereb in û ji bajarên Iraqê hatine Rojavayê Kurdistanê. Berpirsyarê komê Mustefa Hesen got, temenê zarokên Koma Kulîlkên Kampa Roj di navbera 6-12 salan de ye. Her wiha Hesen anî ziman ku wan ji bo zarok şopên koçberî û şer ji bîr bikin, kom ava kiriye û zarokan bi tevlîbûna mîhrîcanê gelekî moral girtine û kêfxweş bûne.

Govendên herêma Amedê

Koma huner a girêdayî navenda Waşokanî ya çand û huner a bajarê Serekaniyê jî tevlî mîhrîcanê bûn. Koma Şehîd Yekta du şanoyên bi navên ‘Cenawer û Dibistana Xweşik’ pêşkêş kirin.

Di mîhrîcanê de Koma Kulîlkên Mizgîn govendên herêma Amedê gerandin. Koma Şehîd Jînda jî awaz pêşkêşkirin.

Hemû kom hatin xelatkirin

Endamê komîteya amadekariya mîhrîcanê Nêçîrvan Sifo got, mîhrîcana îsal ji mîhrîcana par cewaztir bû û wiha peyivî: “Hejmara komên tevlî mîhrecanê bûyî û ya temaşevanan zêdetir bû. Komên nû weke Koma Kulîlkan a Kampa Roj beşdarî mîhrîcanê bûn.”

Sifo got, hemû komên tevlî mîhrîcanê bûne ji aliyê Tevgera Çand û Huner ve hatin xelatkirin.


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ