LUQMAN GULDIVÊ

 

Eléonore Fourniau keçeke ciwan a ji Fransayê û ji gel û çanda Oksîtan tê. Ew dema li Stenbolê dimîne û dixwîne têkiliyê bi mûzîk û çanda Kurd re jî datîne û li ser înternetê nexasim bi amûra xwe ya ku mirov dikare ji Fransî weke “kemaçeya bi çerx” wergerîne Kurmanciyê di medya civakî ya Kurd de navdar bûye. Tevî Ewrûpîbûna xwe bi Kurmanciyeke zelal telefûzkirina stranên Kurdî jî dike ku guhdarên wê bêhtir jê hez bikin. Eléonore Fourniau niha albûmeke xwe amade dike û gelek kar û xebatên konseran hemdem bi rê ve dibe. Ji bilî komeke bênav û komeke binav di nava gelek projeyên muzîk û çanda gel de cihê xwe digire. Me jê pirsî ka çima Eléonore Fourniau ya ku li Parîsê beşa dîrokê xwend û îmtîhanên mamostetiya dîrokê li dûv xwe hiştin, zend û bendên li muzîkê û muzîka keviyan li hember navendan bada. Wê jî texsîr nekir û jidil û semîmî bersiv da me.

Eléonore Fourniau hîna dema zarok bûye têkiliya wê bi mûzîkê re çêdibe, amûra wê ya destpêkê jî piyano ye. Lê dema piştî bi dawîkirina xwendina zanîngehê berê xwe dide Stenbolê, li wir ji bo ku debara xwe bike dersên piyanoyê û muzîkê dide. Bi giştî jî di heman demê de elaqeya wê ji muzîka gelêrî ya dinyayê re çêdibe; ji bo ku xwe di nav vê de bi cih bike jî li amûrekê digere ku lêxe: Encam ew dest bi lêxistina Hurdy-Gurdy yan jî kemaçeya bi çerx (vielle à roue) dike.

 

Di guhên pitik de ev newa hatine gotin

Lê çima muzîkên Kurdistanê, yên Lazistanê, yên wan keviyên navendên mîna Stenbol û Enqerê? “Dema ez pitik bûm, dê û bavê min li Tirkiyeyê diman. Xaltîka min jî berê hatibû Tirkiyeyê û teza xwe ya zanîngehê li ser Elewiyan û Tevgera Kurd nivîsîbû. Dê û bavê min jî akademisyen in, li ser gelên Asya Navîn lêkolînan dikin. Dayika min li INALCO´yê profesor e, niha ji bo lîkolînê li Kurdistanê ye. Bavê min jî li zanîngeha EHESS´ê ye. Tesîra vê helbet li min heye. Min pêşî dîrok xwend, min îmtîhana mamostetiyê jî li dûv xwe hişt. Hingê min got, beriya ez bêm wezîfedarkirin, ez salekê ji xwe re biçim Tirkiyeyê, fêrî ziman û baxlemê bibim. Ez çûm konservatuwarê, li wir elaqeya min ji mûzîka Kurdî re çêbû, min ew nas kir. Li ser vê min rêya xwe dît. Min ji mamostetiyê îstîfa kir. Min biryar da bibim muzîkjen. Û ez ne poşman im.”

 

Koma pêşî, Koma Esman derba mamostetiyê xwar

Tecrûbeya xwe ya koma Esman jî em bi bîra wê dixin, “Li konservatuwarê, du sal û nîvan ez perwerde bûm. Li wir hevalên min çêbûn û pirraniya wan Kurd bûn, Muhammet Besi, Mehmet Salih Inan û Çagri Koç. Çagri Koç ê bilûrvan hebû, wî pêşniyaza damezrandina komekê kir. Sala 2013´an bû. Me dest pê kir, me klîpek çêkir. Klîp hat parvekirin, em hem ecêbmayî man û hem jî dilxweş bûn. Lê ji ber şertan li Tirkiyeyê, me dewam nekir.”

Ev şertên Eléonore Fourniau behsa wan dike, ew e ku xwendekarên endamê komê, xwe ji ezmûnên zanîngehê û mamostetiya muzîkê re amade kirin û dev ji karê komê berdan. Ango Eléonore Fourniauyê tenê muzîk dikir, lê wan ê din nedikarî weke wê bikin. Bi her halî bi vê komê re li Fransayê menejer ji bo wan turneyekê eyar dike ku ji bo Eléonore Fourniauyê tecrûbeyeke xweş bûye; nexasim jî ji ber ku stranên gelêrî yên ji Serhedan û Hekariyayê gotine.

Hêvî dimîne, Eléonore Fourniau dibêje, bilûrvanê me hîna dixwaze karê muzîkê dewam bike û belkî jî kom bi rengekî ji rengan siberojê dewam bike.

 

Bi Mîkaîl Aslan re înstrumana wê heye 

Eléonore Fourniau gelek muzîkjenên Kurd jî nas dike û dibêje, piştî ku li konsereke Mîkaîl Aslan, wê jî li înstrûmana xwe xistiye, û hingê Mîkaîl Aslan ji ber ku înstrûmanê bala wî kişandiye, peywendî pê re daniye. Encam, hem di gelek konserên li Tirkiye û hem jî li konserên li derveyî Elmanyayê, kemaçeya bi çerx û Eléonore Fourniau tevî Mîkaîl Aslan derdikevin ser dikê. Heta “Di albûma dawî ya Mîkaîl de amûra min gelek cih digire. Qeydiyên wê bi dawî bûn, albûm jî wê derkeve wexteke nêzîk.”

 

Li Awustralyayê ez xenî kirim

Kurdên li derveyî welêt dema muzîkjenan dibînin ne tenê muzîka wan, lê bîhna wan û hestreta xwe bênder dikin bi ya Eléonore Fourniauyê: “Li Awûstralyayê Kurdan elaqeyeke wisa nîşan da ku min di emrê xwe de nedîtibû. Mîvanperwerî, niyetbaşiya wan weke xwe mabû. Mirovan gelekî hez ji me kir. Ev ji bo me bi xweşî gelekî ecêb bû. Bi giştî li Ewrûpayê mirov gelekî ji dil xwe nêzî me dikin.

Herçî ne Kurd in, mesela niha ne komeke rûniştî be jî, hevalên min hene ku em bi hev re derdikevin ser dikê, hin jê Fransî, hin jê ji welatên rojava; guhdar tenê Fransî ne û dema li muzîka me dihisînin, ew jî gelekî razî ne. Helbet ew heman maneyê lê bar nakin.”

 

Koma bê nav

Eléonore Fourniau niha tevî Sylvain Barou yê Breton û Efren Lopez ê Spanî hema hema weke komekê dixebite, lê “Ji ber ku hîna navê me nîne, em ne kom in. Van mehên li pêşiya me em dixwazin li festîvalên Ewrûpî weke komekê derkevin ser dikê.” Bi Christine Zayed a Fislistînî re jî karê muzîkê dike ku muhim dibîne.

Lê çima Lazî, ew ji ku hat? Eléonore Fourniau dibêje, “Ji ber ku ez fêrî tembûrê bûm, ez fêrî deyişên Elewiyan. Paşê jî bi muzîka Kurdan re ev xurttir bû. Bi rêya wan bi muzîka derya reş jî nas kir. Lê li konservatuwarê bi navê muzîka Tirk gelek tiştên şaş fêr dikirin. Gelek stran hatine wergerandin. Min dizanî, lê dema ku çûm deverên wan stranan, min dît ziman gelekî girîng e.”        

 

  

Rexneyeke ziman Zarokên xwe fêrî Kurdî nakin

Bi ya Eléonore Fourniau ziman pirr muhim e, lê dîsa bi ya wê “Mirov gelek qîmet bi vê yekê nadin. Mesela Kurd çi qasî di warê siyasî de çalak bin jî, girîngiyê bi zimên nadin. Mesela Kurdî fêrî zarokên xwe nakin, yan jî Laz bin, Lazî fêrî wan nakin tevî ku bi zimanê xwe dizanin. Wekî din dayikê û bavên wan bi gelek zêmar, stranan dizanin, wan qeyd nakin. Mirov dimirin, bi wan re ziman û çand jî. Ev min gelekî xemgîn dike. 

Zimanê pêşiyên me jî heye, Oksîtanî. Bavê min ji bo mana vî zimanî têkoşiya. Ew timî bi min re bi vî zimanî di peyivî dema ez piçûk bûm. Niha ez fêm dikim, lê nikarim bipeyivim. Armanca min e ku ez hestyariya ziman bi mirovan re çêkim: Ev zimanê we ye, zimanê we dimire, xwedî lê derkevin.”

 

Înşaelah ez ê mîna bilbil biaxivim

Tu ewqasî hestyarî, gelo tu fêrî Kurmancî yan jî Kirmanckî dibî, pirseke ku vê bersiva yekser li xwe vegerandî dibîne: “Helbet, ez fêrî Kurmancî dibim. Ez dikarim xwe pê îfade bikim, lê ne tiştên pirr zehmet. (ji vir û pê ve hevpeyvîn bi Kurmancî dewam dike.) Ez dixwazim Kurmanciya xwe baştir bikim û înşela, ez ê rojekê mîna bilbil biaxivim.”

Projeyeke din a Eléonore Fourniau projeya Telli Turnalar ye ku tê de du Tirkiyeyên li Fransayê û tu kesên ne Tirkiyeyê yên li Tirkiyeyê tê de cih digirin. Ji Cangul Kanat, Gulay Hacer Toruk û Petra Nachtmanova û ew bi xwe komê pêk tînin. Projeya yek carê niha veguherî projeyeke dewamî û navê Telli Turna jî bû navê koma vê projeyê.  

Karê Eléonore Fourniau pirr e, hîna nû klîba xwe ya yekem li Berlînê amade kir û li ser hesabên xwe yên medaya civakî belav kir. Û ya ji wê jî serêştir, ew albûma xwe ya yekem amade dike. Di komê de deng û amûra wê dê li pêş bin, lê gelek kes wê bi deng û muzîka xwe di albûma wê de cihê xwe bigirin. Di albûmê de stranên bi Kurdî (pirranî bi Kurmancî yek bi Kirmanckî), yên bi Tirkî wê hebin, ji bilî wan ew difikire ku straneke Ermenîkî û yeke Lazî jî bixe albûmê: “Mirov fêr bûne, di albûmekê de guh bidin yek zimanî, lê ez vê naxwazim; hez dike bila guh bide albûmê, hez nake jî bila guh nede.”  

 


 

Muzîka dawetan xweş e lê org nebûya   

Eléonore Fourniau ji dawetan û muzîka wan jî pirr hez dike, heta li Awûstralyayê Kurdeke ku pê re bûyî heval rica dike û li daweta xizmê wê li înstrumana xwe jî dixe, lê, “Li dawetan ev org û klavyeyên elektronîk, muzîkê xira dikin. Lê mixabin mirov jî fêrî vê bûne. Ez pirr hez ji dahol û zurnê dikim. Dema kesek li dawetê dibêje, hema te dît, orgê yan jî tembûra eleltronîk lê xist. Tenbûra elektronîk bila terzek be, lê org muzîkê xira dike. Ez rojekê komeke dawetê çêkim, wê bêhtir gelêrî be û cihê orgê tê de nebe.”

 


 

Atolyeyên govend û muzîkê

Eléonore Fourniau gelek caran kargeh û atolyeyên muzîk û govendê ji biyaniyan re organîze dike. Ew dibêje, “dema ez dibînim, tişta ku ez fêr bûme, dikarim bidim mirovên din, wan fêr bikim, ez gelekî bextewer dibim.” Herçî jîrtiya wê jî, bêyî ku mutewazî bibe, eşkere dibêje, “Ji ber ku ez bi çav û guhên keseke xerîb fêr bûm, ez dikarim hêsantir fêrî kesên wê çand û muzîkê nas nakin. Ji ber wê jî ez gelekî hez dikim fêr bikim.”

 


 

Konservatuwara Dengbêj Xalide

Eléonore Fourniau wekî din jî xwe pê têr nake ku li konservatuwarê û bi komên muzîkê xwe fêrî muzîka Kurdî bike; ew diçe ber destê dengbêjeke jin a ku bi xwe rêbazeke fêrkirinê bi pêş xistiye: “Ez çûm cem Dengbêj Xalîde. Min dixwest perwerde bibim. Wê jinê bi rastî jî gelekî bi min re alîkar bû. Ew dengbêj e; repertuwara malbata wê heye, wan dibêje. Lê ya muhim ew e, wê rêbazek bi pêş xistiye; ew neçûye konservatuwarê û bi notayan jî nizane, lê bi temamî xwezayî rêbazeke wê heye. Hîna jî dema diçim Stenbolê, ji bo çend kêliyan jî be diçim cem wê û ew dersê dide min. Li gorî tona deng, dengê wê, qirika wê ez hewl didim dengê xwe derxim. Ew gelek temrînan dike. Ey heyrana wê me. Bi sebir wan temrînan dike. Ew ji Elezîzê ye. Tişta ez ji wê fêr bûm, bi pêşxistina qirikê, bilêvkirinê û gelek tiştên din in. Wê bi xwe ev li hev anîne; gelekî jêhatî ye weke perwerdekarekê. Gelek kes dikarin jê çêtir kilaman bibêjin, lê ew dizane gotina kilaman fêr bike.”