EHMED REŞÎD / ANHA / EFRÎN


Hezkirina wê ji zimanê zikmakî re zêde bû, afrîneriya wê ji temenê wê mezintir bû, helbestan dinivîse û zarokên derdora xwe fêrzî zimanê kurdî dike û stranên niştimanî bi wan dide ezberkirin.

Fiyola Reşîd, zarokek 9 salî ye, ji ber hezkirina wê ji zimanê zikmakî re navê xwe bi navê têkoşera Tevgera Rizgariya Kurditanê “Viyan Soran” guhert û xwest li malê û li derveyî malê bi navê Viyan weke bangkirin.

Viyan di refa sêyemîn a dibistana seretayî ya Şehîd Hec Mûs a navenda devera Reco ya kantona Efrînê de şagirt e û pileyên wê di asta herî jor de ne. Hezkirina wê ji zimanê Kurdî re û afrîneriya wê ji temenê wê mezintir e û hemû zarokên derdora xwe fêrî zimanê kurdî dike. Viyan her wiha gelek stranên netewî ezber kirine û zarokan bi van stranan dide ezberkirin.


Hişê wê ji temenê wê mezintir e

Viyan tevî ku temenê wê bi çûk e, bi kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û apê xwe “Kamîran Reşîd” ku ev 24 sal in bi tewanbariya beşdarbûna nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê di zîndanên Tirkiyeyê de ye gelekî bi bandor bûye û her tim ji xizmên xwe çîrokên girêdayî apê xwe dipirse. Viyan peyamek ji apê xwe û Rêber Ocalan re şand û di bernameyeke radiyo de hate xwendin.

Dapîra Viyan Fatime Dîko di derbarê zaroktiya wê de wiha got: “Hişê Viyanê ji temenê wê mezintir e, tevî ku temenê wê bi çûk e, her tim pirsên di derbarê sedema girtina apê xwe de dipirse. Piştî ku nas kir ku sedema girtina wî rizgariya Kurdistanê ye bêtir bi wî bibandor bû û peyamek jêre şand û ji min xwest ku ez bigihînim radiyoya Dengê Welat da ku peyama wê were xwendin û apê wê bibihîse.”

Viyan pileya yekemîn di mîhrîcna şagirtan de ya girêdayî helbestên Kurdî ku di sala borî li Reco hatibû lidarxistin, wergirtiye.