Bajar û navçe hilweşandin û wêrankirin, bi sedan însan bi tank û topan kuştin û şewitandin û niha jî dest datînin ser zarokan...
Li Sûra Amedê 8 zarok ji dê û bavê wan hatine girtin û di saziya dewletê ya ji bo zarokên bêkes de hatine bicihkirin.
Dewleta Tirk israra xwe ya di birêvebirina pilanên xwe yên ji bo înkar û jiholêrakirina hebûna Kurdan de dewam dike. Kêl bi kêl, saet bi saet, roj bi roj gorî van pilanan tevdigere. Tunekirina hebûn û nirxên Kurdî ji xwe re kiriye wek armanceke sereke. Leşkerî, civakî, aborî, ekolojîk û çandî; ji her hêlan ve di nava êrîşeke hov û har de ye.
Wekî ku di gotineke Tirkan a pêşiyan de tê gotin; “Gereke serê mar di biçûktiyê de bê perçiqandin!..” tunekirina Kurdan û Kurdewariyê bi zarokan didin destpêkirin. Dê û bavan, xwişk û birayan dikujin û dest datînin ser zarokan û wan di saziyên asîmîlasyonê de dikin dijminê nirx û hebûna xelkê xwe.
Li sedsala çûyî li Koçgiriyê, Dersimê û Mereşê wer kirin û niha jî li Cizîr, Sûr û Hezexê jî dîsa zarokan ji dê û bavan û ji civakê diqetînin û davêjin hundirê ‘makîneyên asîmîlasyonê’...
***
Ji ber ku pirsgirêka Kurdî bûye wek pirsgirêkeke navnetewî û hemû hêzên li Rojhilata Navîn û hêzên serdest ên cîhanî pê elaqedar in, polîtîkayên wan jî bandorê li ser jiyan û têkoşîna Kurdan a rojane û ya demdirêjî dike.
Kurd bi hêza xwe ya rêxistinî û bi têkoşîna xwe, li herêmê bûne wek aktorekî bi bandor. Lê ji ber ku Kurd xwediyê statûyekî siyasî nîn in, hê jî tu garantiya mayîndetiya bandora têkoşîna wan a li ser siyaseta herêmê tune ye. Qanûna têkiliyên navdewletî pragmatîzm e, tu maneya mafdarbûnê tune ye; berovajî vê yekê, berjewendiyên dewletan beriya her tiştî ye.
Di derbarê şerê li Sûriyê û Iraqê û siberoja Rojhilata Navîn de hêzên navdewletî bi giranî bi mesajên dîplomatîk hewldidin ku hêzên herêmê gorî berjewendiyên wan tevbigerin. Meseleyê bi pragmatîzmê hiltînin dest û hewldidin ku pêvajoyê bi hemû tevger û pratîkan di bin kontrola xwe de bi rê ve bibin. Rojekê pesna hêzekê dikin, roja din ya yekê din. Rojekê pêşiya hêzekê vedikin, roja din ya yekê din. Yanî bi benê hêzên serdest mirov nikane xwe berde bîrê.
Li Suriyê ev du hefte ne agirbest hatiye îlankirin, lê êrîşên li ser Kurdan her berdewam in. Ji hêlekê ve dewleta Tirk, ji hêlekê ve DAÎŞ û ji hêlekê ve jî hêzên girêdayî Tirkiyê yên wekî Nûsra, Ahrar Şam û Lîwaya Mûrat êrîşên li ser Kurdan bênavber dewam dikin. Li hemberî vê yekê hêzên serdest ên cîhanî, Yekîtiya Neteweyan, saziyên ku vî agirbestî dişopînin û raya giştî ya cîhanî kerr, kor û lal in...
Rûsya û Sûriye ya ku Nûsra û Ahrar Şamê wek terorîst dibînin û nerazîbûnê li hemberî hevkariya Tirkiyê ya bi van koman re nîşan didin jî li hember êrîşên li dijî Kurdan bêdeng in.
Yanî herkes gorî hesab û berjewendiyên xwe tevdigere...
***
Kurd di pêvajoyekî dîrokî re derbas dibin. Ev cara yekê ye ku Kurd bi têkoşîna xwe him li seranserê Kurdistanê û him jî li qadê navnetewî wek hêzeke bibandor di rojevê de ne. Ji ber ku li qadê Kurd bi rêxistinî, civakî û leşgerî dînamîkeke bi bandor in, herkes qala wan dike. Lê ev elaqe tu maf û siberojeke azad mîsoger nake. Her tişt dibe ku ji nişka ve ji dest biçe.
Bona vê yekê Tevgera Azadiyê behsa şopandina rêya sêyem a xweser dike. Polîtîkayên xweser û serbixwe..
Divê Kurd karê xwe ji neyaran zêdetir bi cidiyeteke mezin hilgirin dest. Berxwedan û têkoşîneke bênavber; kêlî bi kêlî, saet bi saet, roj bi roj. Parastina hebûn û nirxên xwe, xwedîderketina destkeftiyên heyî û rêxistinîkirina jiyana civakî.
Di serî de xwedîderketina zar û zêçên xwe...