Zarokan qehremana xwe çêkir
Ji bo zarok nexweşiya Covid-19’ê nas bikin û ji bo alîkariya têkoşîna bi nexweşiyê re pirtûkeke nû ya çîrokan hatiye amadekirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Fona Alîkariya Bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navnetewî (IFRC) û Save the Children jî di nav de, zêdetirî 50 dezgehên xêrxwaz ji bo amadekariya vê pirtûkê alîkarî kirine.
Ev kitêb hatiye wergerandinî Kurdî jî. Pirtûk bi rêbaza gotina çîrokî li gelek welatan bo zarokên ku COVID-19’ê tesîr li wan kiriye, hatiye amadekirin.
Ev çîrok bo zarokên dinyayê, ji aliyê zarokên dinyayê ve hatiye bipêşxistin bi beşdariya bêhtirî hezar û 700 dêûbav, zarok û mamosteyan. Kovara Derûnnasiyê, Psychology Kurdî ji Ingilîzî ev çîrok wergerandiye Kurdî. Siyabend Aslanî pirtûk wergerandiye, Sîdar Ozmenî jî sererast kiriye.
Bi vê lînkê hûn dikarin kitêbê daxin û ji zarokan re bixwînin. NAVENA NÛÇEYAN