Komeleya Çanda Dîcle Firatê bi boneya Zimanê Kurdî û daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwinê ya Peyasa Amedê konserê da. Di konserê de Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Solîstê Koma Azad Farqin, Hunermendê Navenda Çandê ya Dîcle Firatê Bülent Turan, Koma Koroya Zarokan a Dicle û Firatê Azad Kizilkar, Koma Folklora Dicle Firatê û koroya Zarokan a Komeleya Dîcle û Firatê amade bûn. Li ser navê Koma Koroya Zarokan a Komeleya Dîcle û Firatê Rojda Ozturk, axaftinek kir û diyar kir ku ew li dibistanê dixwazin Perwerdehiya Zimanê Zikmakî bibînin. Rojda, da zanîn ku ew dixwazin li dibistanan bi Kurdî bistrên û bi Kurdî bixwînin û perwerde bibin. Rojda Ozturk, anî ziman ku zimanê Kurdî ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve hatiye qedexekirin û sedama vê konserê jî ji bo parastina zimanê zikmakî ye."

Li salona konserê pankartên "Kerem bikin em bi hevra zimané xwe fer bikin" û "Zarokén delal, edi hûn ne çarin" hatin vekirin.
Piştre koma Koroya Zarokan a Komeleya Çanda Dîcle Firatê bi stran û awazên xwe demên xweş derbas kir. Piştî komê Hunermend Bulent Turan jî anî ziman ku lazim e zimanê zarokan bê parastin û pêşxistin û wiha got: "Zarokên Kurdan zarokên Apê Musa ne. Ev projeya zarokan e. Me ji bo parastin û pêşxistina zarokan proje pêş xist. Em 2 hezar salin bi zimanê xwe di axivin."
Hîndekarê Komeleya Çanda Dîcle Firatê Neşet Serik, jî axaftinek kir û diyar kir ku dê zarok biratî, aştî û azadiyê bînin.
Piştre koma Folklora Dicle Firatê derket ser dikê û govend gerandin. Herî dawî Parlamenter Ayla Akat, Farqin û Azad Kizilkar belgeyên spasyê dan zarokan. Koser bi siloganên "Bijî Serok Apo" û Bê ziman jiyan nabe" berz kirin. 

AMED