Piştî ku pêşengeha wênexêzan a zarokên astengdar di roja duyemîn de bidawî bû, pêşengeh ji aliyê Navenda bi navê Mala Cîhana Zarokên Astengdar a girêdayî Desteya Jin a Kantona Cizîrê hatibû organîzekirin.
Zarokan 70 wêne xez kirin
Nêzî 50 zarokên astengdar ku li vê navendê dimînin, tevlî pêşengehê bûn û nêzî 70 wêne xêz kirin.
Mala Cîhana Zarokên Astengdar bi armanca pêşxistina asta karbînî û pîşeyî ya zarokan ev pêşbirk ango pêşengeh organîze kir. Bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo berê xwe dan vê malê ya li taxa Qedûrbeg da ku wêneyên ku zarokên astengdar xêz kirine bibînin.
Di dawiyê de piştî ku hemû wêne hatin pêşkêşkirin û welatiyan ew nirxandin, Rêveberên Desteya Jin û Mala Cîhana Zarokan, xelat dan zarokên ku wêneyên xêz kirine û beşdarî pêşengehê bûne.
ANHA/QAMIŞLO