Zarokên Başûr bi xêra wî fêrî xwendina Kurdî bû
Baldar bi pirtûka xwe Elîfbêya Kurdî bi dehan salan zarokên Başûr fêrî xwendin û nivîsînê kir. Herçendî ku ev 17 sal in pirtûka wî ji nav bernama xwendinê hatiye derxistin jî li gorî mamosteyan bernameya ku Baldar danîbû ji ya niha serkeftîtir bû.
22 sal bi ser wefata dahênerê pirtûka Elifbêya Kurdî Îbrahîm Emîn Baldar re derbas bû. Pirtûka Baldar bi salan li dibistanan hate xwendin. Herçendî ku ev 22 sal in pirtûka wî ji nav bernama xwendinê hatiye derxistin jî li gorî mamostayan bernameya ku Baldar danî ji ya niha serkeftîtir e.
Sê pirtûkên Îbrahîm Baldar hene. Pirtûka Elîfbêya Kurdî ji sala 1951’an ve 35 car çap bû. Heya sala 1990’an li dibistanan wekî ser kitêba wî dihat xwendin. Kitêba ku ji bo zarokan 98 rûpel e, Elîfbêya ji bo mezinan jî li sala 1955’an yekem car hate çapkirin, 78 rûpel bû.
Di perwerdeyê de şareza bû
Îbrahîm Baldar di karê perwerdeyê şareza bû. Wek Ebdullah Mihemed Emîn (Ebesur) ku yek ji hevalên nêz yê Baldar bû, dema ku wesfa Îbrahîm Baldar dide wiha dibêje; “Mamosta Îbrahîm Baldar yek ji şarezayên herî jêhatî bû di warê perwerdê de. Welatiyan gelek sûd jê wergirtin.”
Ebesûr amadekarê pirtûka elîfbêya sinifa yekê ye ku piştî wefata Îbrahîm Baldar ji sala 2000 ta sala 2013’an ders li ser hate dayîn. Her wiha bi dehan sal mamostatî kiriye û yek ji serpereştyarên pirtûka dersan a sinifa yekê bû.
Ebesûr dibêje, bi xêra pirtûka Elîfbêya Baldar bi hezaran zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandinê bûn.
A herî baş bû
Beyan Îbrahîm li dibistana 9’ê Hezîran a Silêmaniyê mamosteya sinifa yekê ya seretayî ye. 30 sal in mamostetî dike. Beyan Îbrahîm jî dibêje, di nava 30 salan de pirtûkên ku ji bo xwendinê hatin çêkirin, bes pirtûka herî baş ya wanebêjiyê pirtûka Elîf Bêya Îbrahîm Baldar bû.
Ji bo zarokan ne baş e
Beyan Îbrahîm bal kişand ser pirtûkên îro yên dibistanan û got; “Pirtûka nû ku wane li ser tê dayîn ji bo wanebêjiyê ji mamostayan re hêsantir e, lê ji bo zarokan ne baş e. Ji ber ku tîp ji peyvan tê wergirtin, zarok mijaran ji ber dikin, zarok nikarin tîpan nas bikin. Peyvên hatine bikaranîn giran in zarok nikarin bêjin. Peyv nêzî hev in û têkelhev dibin. Zarok nikarin zû fêrî nivîsandin û hevoksaziyê bibin. Tenê kar li ser peyvan dikin.”
Baldar nêzî 50 salan ji bo zarokên Kurd kar kiriye. Li gorî pispor diyar dikin heya niha pirtûkên ji ya Îbrahîm Baldar baştir ku bikare zarokan zû fêrî xwendin û nivîsînê bike nehatiye çêkirin.
Heya 2003’ê jî hebû
Îbrahîm Emîn Baldar sala 1920’ê li Silêmaniyê ji dayik bûye. Her li Silêmaniyê xwendina seretayî temam kiriye. Piştre çûye Bexda û beşa mamostetiyê temam kiriye. Di sala 1940’ê de li Silêmaniyê bû mamosteyê dibistana seretayî. Li gelek gund û bajaran mamostetî kiriye. Di vê navberê de ji bo fêrbûna zimanê Kurdî pirtûka Elîfbêya Kurdî nivîsî. Ev destnivîsa xwe ji rêveberiya perwerdeya Silêmaniyê re şand û hat qebûlkirin. Piştre ji bo Bexda hat şandin. Li wir jî hat qebûlkirin. Di sala 1952 de jî hat çapkirin. Heya sala 2003’ê li ser Elîfbêya Kurdî di dibistanên Başûrê Kurdistanê de wane dihatin dayîn.
Îbrahîm Emîn Baldar di 12’ê Tîrmeha sala 1998’an li Bexdayê koça dawî kir û piştre cenazeyê wî li Silêmanî li goristana Girê Seywan sipartin axê.
ROJNEWS/SILÊMAN