
Yek ji van tehlûkeyan jî ew bû ku gelek rêwiyên sivîl dihatin girtin û revandin. Yek ji van bûyerên revandinê ya herî dijwar jî, revandina 149 zarokên xwendekar ên Kurd ên ji Kobanê bû ku ji îmtîhanên dibistanê yên li Helebê vedigeriyan. Ev bûyer 29´ê Gulana 2014´an qewimîbû: li nêzî Minbicê ji ber ku hin Erebên derdorê giliyên wan kir, DAIŞ´ê ev zarokan revandin û birin Mizgefta El-Fetih û piştî taştê jî ew birin dibistanekê. Ji wan zarokan R.K. yê hingê 14 salî behsa serpêhatiya xwe û miamelaya DAIŞ´ê bi wan re kir.
Êşkence û lêdan beşek ji girtîbûnê bû
R.K. dibêje, dema ku ew ji Helebê piştî tevlîbûna îmtîhanên dibistanê bûn bi otobusan vegeriyan Kobanê. Lê belê nêzî Minbicê ji ber ku hin kesên Ereb giliyê wan kir, çeteyên DAIŞ´ê ew girtin. Herçî xwendekarên keç bûn paşve hatin vegerandin Helebê ku bi sê otobûsan rêwîtî dikirin. Zarokên mayî bi hejmar 149 kes hatin revandin. Ev kes pêşî li Mizgefta El-Fetih û paşê li dibistana ku weke ya berê ya Ehrar-el-Şamê dihat nasîn hatin bicihkirin û li vir rastî, êşkence, lêdan û miameleya xirab hatin.
Emîran li van jî dixist û ders jî dida wan
Du kes ji komê piştî bi du rojan karîbûn xwe xilas bikin û bigihînin Kobanê. Piştî bi bi çendekê 15 xwendekarên temenê wan di bin 13 salan de hatin berdan. Xwendekarên revandî ji bilî ragirtîbûnê di dersên çeteyên DAIŞ´ê re hatin derbaskirin. Yek ji van xwendekarên revandî jî R. K. yê hingê 14 salî bû ku bi temamî 3 mehan di destê DAIŞ´ê de ma. R.K. dibêje, yek ji dersdarê wan Urdînî yê bi navê Ebû-Sûraqe el-Urdinî bû û ev kes di nava DAIŞ´ê de weke pisporên teqemeniyê bû. Bi sîlehên xwe vî kesî dersên dînî bi tefsîrên Quranê DAIŞ´ê li ser zarokan ferz kiriye.
Li gorî R.K. ji bilî dersan, bi rêk û pêk lêdan jî li zarokan dihat xistin nexasim jî li wan zarokan ku ji malbata wan kes tevlî nav partî û rêxistinên Kurd de bûn. Bi giştî 5 emîr berpirs bûn ji ragirtina zarokan, û bi tenê yek ji wan ji Sûriyê bû. Yek ji wan berpirsan jî Ebû Haşim el-Cezrawî bû ku bi xwe ji Erebistana Siûdî bû.
Tirs ne ji mirin û ne ji lêdanê bû
R.K. dema wan deman bi bîra xwe tîne, dibêje, em ji mirinê û ji lêdanê neditirsiyan lê tirsa mezin ew bû hinekan tevlî xwe bikin û wan bikin êrîşkarên xwekuj. R.K. tîne bîra xwe ku carekê bi lêdanê û êşkencê (birînên bi kêrê, vemirandina cixarê û derbehişk) gelekî bi ser wî de hatine, lê hevalên wî bi slogana "Berxwedan Jiyan e"
tevahiya camên dibistanê anîne xwar û morala wî gelekî bilind bûye bi vê. R.K ji ber ku her tim moral dida hevalên xwe DAIŞ ev 40 roja tenê di odeke de radigire.
Peyivîna bi Kurdî jî qedexe bû
Gelek zexta li ser wan hebû û telefon û tiştên mayî jî qedexe bûn. Ji ber ku lîstik û muzîk jî qedexe bûn, ev tiştên di çanteyên wan de hemû hatine valakirin, resm, telefon û lîstik hemû hatine desteserkirin. Bi ser vê de jî peyivîna bi Kurdî jî li wan hatiye qedexekirin. R.K. dibêje, beriya cejna Remezanê 15 kes reviyan ku 3 ji wan li Cereblûsê dîsa hatin girtin û yên mayî filitîn. Beriya wê jî 2 kes reviyabûn. Her cara ku hinek direviyan jî R.K. dibêje, zext û lêdan zêde dibû û ew dixistin ber lêpirsînê.
Ji ber nexweşiyê bi navê niyeta baş tê berdan
Di dema rojiya Remezanê de ji bo pevguherîna revandî nehatin berdan ji ber ku DAIŞ li gorî lihevkirinê tevnegeriya û kes nehatin berdan. R.K. dibêje, ew piştî cejna Remezanê nexweş dikeve tevî çend hevalên xwe û tenê hewl didin bi dermanên serêşê bidin wan. Piştî ku rojekê girtîgeha Minbicê tê bombekirin, û girtiyên Ereb ên girtîgehê jî tînin girtîgehê, wan jî dibin nexweşxane û ev yek jî bû sedem ku di navbera Ebû Suraqa û emîrê Tûnisî ji ber ku zarokên revandî anîn nexweşxanê ew birine nexweşxane. Li nexweşxane gelek birîndarên DAIŞ´ê yên giran hebûn. Ji ber ku nexweşiya wî jî giran xuya bû, û bi serûmê dan wî rehet nebûye, doktor gotiye wî bişînin mal, bila li malê bimire. JI ber ku gelek girtî direviyan, kontrolên rê û girtîgehan dan dest Ewrûpiyan.
Bi navê niyetê baş, paşê DAIŞ´ê 7 kes berdan ku 5 ji wan nexweş û didû jî rewşa derûniya wan ne baş bûn.
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN