Piştî li Mala Gel a Musa Anter ji bo zarokên Êzîdî lîstik û xebatên hûnerî hatin pêşandan, ji bo sedan zarokên Êzîdî yên li Tesîsa Sporê ya berê ya Şaredariya Êlihê bicih bûne, bi amadekirina komîsyona zarokan ji aliyê Tiyatroya Araf lîstika bi Kurdî ya bi navê “Serboriyên maymuna qicok” hate pêşandan. Di lîstikê de li gel zarokan welatiyên Êzîdî yên mezin jî bûn mêvanê lîstikê û bi balkêşiyek mezin li lîstikê hate temaşkirin.  Pêşandan lîstikê rûyê zarokan kenand û kêliyên komedî bi da parvekirin. Zarokên ku bi balkêşiyek mezin û bi rûkenî li lîstikê temaşe kirin, îfadeyên hezkirinê yên ku xwe di ser û çavê wan da da nîşandan hemû trajediya li ser wan ferzkirin ji ser xwe avêtin.

  ÊLIH