Sêyemîn mihrîcan hunera zarokan a herêma Firatê bi  dirûşma “Zarok mîrasa hunera jiyana azad in” dest pê kir. Bi pêşengtiya Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk TEV-ÇAND’ê bi dirûşma “Zarok mîrasa hunera jiyana azad in” mihrîcan bi rê ve diçe. Merasîma destpêkirina wê pêr jî li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê bû. Mihrîcan wê îro jî bidome. Zarok hunera xwe ya muzîk, şano, govendê pêşkêş bikin. Cihê mihrîcanê bi wêneyên lîstikên zarokan hat xemilandin.

 

JINNEWS/KOBANÊ