Taxa Fîskaya li navçeya navendî Yenîşehîrî ye û Pirtûkxaneya Şehîd Îsmaîl Mizrak jî lê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin ji aliyê gel ve hatibû çêkirin. Dema li Sûrê dewleta Tirk bi hovî tî êriş bir ser xwerêveberiyan, zerar li pirtûkxaneyê bû. Lewma jî niha deriyê wê girtîne.
Xelkê taxê dibêje, ji ber peywirdarên pirtûkxaneyê ne li cihê xwe ne, pirtûkxane ketiye rewşeke wiha ku êdî nema dikare were bikaranîn. Xelkê taxê deriyê pirtûkxaneyê bi saceke hesinî lihêm kir û dixwaze ziyana li pirtûkxaneyê bûyî were rakirin.
AMED