Ji bo ku zarokên kampa Şehbayê ji mafê xwendinê bêpar nemînin, Komîteya Rêveberiya kampê bi alîkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Efrînê amadekariya vekirina dibistanekê ji zarokên kampê re dike.

Di vê çarçoveyê de Konekî bi dirêjahiya 10 m û ferehiya 6 m hat vedan. Dê di dibistanê de 275 şagirtên dibistanên seretayî û navîn perwerdeyê bibînin. Desteyê 6 mamoste ji bo perwerdekirina  şagirtan diyar kirin. Dê perwerde li ser meteriyalên erebî bê dayîn.

Endama Rêveberiya Kampa Şehbayê Menal El-Gebarî got ku derfetên vekirina dibistanê tune bûn û da zanîn ku heta ku pêdiviyên şagirtan hatine peydakirin ew dereng man. Her wiha destnîşan kir ku dê dibistan di hefteya pêş de were vekirin.

Şagirtên dibistana seretayî dê danê sibehê û yên dibistana navîn jî danê piştî nîvro biçin dibistanê.


 EFRÎN