Fatma Gok ku ji bo zarokên Kobanê hate Pirsûsê, diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê Kurdî bi salane astengiyê mezin hene, lê zimanê dayikê mafê mirovî ye û wiha got: "Perwedehiya ziman mafekî xwezayî ye. Li welatekî çiqas ziman hebin ew dewlet ewqas dewlemend e. Zarokên Kurd jî divê wekî zarokên cîhanê bi ziman û çand xwe mezin bibin.”
'Kî çi dixwaz e bila wî zimanî fêr bibe'
Gok destnîşan kir ku li Tirkiyeyê wekî zarokên Kurd, zarokên Erep, Suryanî û Ermenî jî divê bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Gok got kî kîjan zimanî dixwaze divê wî zimanî fêr bibe, lê zimanê erebî û tirkî fêrî zarokên Kobanê yên hatine Pirsûsê tê kirin û wiha axivî: "Hat bihîstin ku li qampên AFAD'ê yên pirsûsê zimanê erebî, tirkî û dersên olî fêrî zarokên Kobanîyan dikin. Ji bo çi zimanê wan fêrî wan nakin? Em li hemberî vê hişmendî û neheqiyê têkoşînê didin. Ev helwest ji bişavtinê wêdetir tiştek nîn e. Welatiyên Kobanê nêzî du salan e li kantonên xwe dest bi perwedehiya zimanê xwe kiribûn û ji ber şer ji welatê xwe koçber bûn. Ev mirov heta demekê dê li vê derê bi mêvanî bimînin. Ev israra dewletê li ser zarokan nayê pejirandin."
Gok bilêv kir ku divê ji aliyê dewletê bi pêşengiya mamosteyên Kurdî dibistanên zimanê Kurdî bêne vekirin û divê mesrafê wan jî dewlet bide. Gok da zanîn ku heke nêzîkahiya dewletê ya niha bidome qê ji aliyê pedagojîk ve pirsgirêk hîn kûrtir bibe. Gok got "Em ne li hemberî fêrbûna gelek zimanan e. Em li hemberî hişmendî û helwesta li dijî zimanê zikmakî ne. Ev helwesta hişmendiya bişavtinê ye û bi niyetek xerab e.”
RIHA