
Di 30’ê Adarê de li taxa Abdulkadir Paşa ya Navçeya Nisêbînê zarokên xwişk û birayên hev Havîn (3) û Fatih (5) Guneş dema li hewşa malê dilîstin di destê wan de teqemenî teqîya û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Havîn û Fatîh doh bi merasimekê li Goristana Morîs a Nisêbînê hatin defin kirin. Di merasima cenaze de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemir, Parlamenterên HDP’ê yê Mêrdînê Mithat Sancar û Erol Dora, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Beceriklî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn. Cenaze di nava hêsiran de hatin definkirin.
Birîn li di dilê me de kolan
Piştî cenaze hatin definkirin Berdevkê Koma HDP’ê Osman Baydemir, axivî. Baydemîr, anî ziman ku zilm, şer û nehiqa ya herî mezin kuştina zarokên bêsûc in. Baydemir, anî ziman ku hemû armanc û têkoşîna wan ew e ku li ser vê axê zilmê bi dawî bikin û got: “Lê me hêj zilm û şer bi dawî nekiriye. Ji ber ku me hêj ev zilm û neheqî bi dawi nekiriye em ji malbatê lêborîna xwe dixwazin. Em hatin birînên gelê Nisêbînê derman bikin. Lê di dilê me de birînên nû vebûn. Em ji malbatê sersaxiyê dixwazin.“
Xwediyê van teqemeniyan diyar in
Mamê zarokan Ramazan Guneş, jî anî ziman ku ew dizanin ew teqemenî ji ku hatiye û got: “Piştî qedexeyê 2 meh şûnde li mala xwe bi cih bûn. Dema çûn malê tiştek li malê tine bû. Ew teqemenî piştî çûn mala xwe ji derve hatiye. Em dizanin kê anîye vir. “ Piştî merasima cenaze Baydemir û heyeta pêre çûn avahiya HDP’ê ya Nisêbînê. Heyeta HDP’e ji ber teqînê xebatên xwe yên li navçeyê belat kir. Parlamenterê HDP’ê Mithat Sancar, anî ziman ku ji ber polîtîkayên îro tên meşandin şer mezin dibe û sersaxî ji gelê Nisêbinê re xwest. Baydemîr, li vir dîsa axivî û diyar kir ku ger edalet hebûya dê ev zarok nehatine kuştin û ew dê ji bo edaletê têkoşîna xwe berdewam bikin.
MÊRDÎN