Li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê 34 welatî di bombebaranê artêşa tirk de hatibûn qetilkirin. Ji bo zarokên ku xizmên wan di komkujiyê de hatibûn kuştin, ji derûniya komkujiyê rizgar bibin û berê xwe bidin asoyên nû, 3 meh berê bi piştgiriya gelek sazî û xwendekarên zanîngehê bi awayê komunê atolyeya huner û wêneyan hat vekirin.
Di 16’ê mijdara 2012’an de li atolyeyê xebatan dest pê kir. Di nava xebatên atolyeyê de çar saziyên bi navê Kuluba Wênesazên Wanê, Wênexaneya Galata, Akademiya Wêneyê û Narphoto hene. Zarokên li Roboskê dijîn ji bo hêrs, kîn, tengasî û rondikên ku piştî komkujiyê di dilê wan de bi cih bûn, ji dilê xwe bavêjin, eleqeyek baş nîşanî atolyeyê didin. Di atolyeyê de 70 zarokên ji temenên cuda perwerdehî dibînin.
‘Çîroka min qêrîna dayikekê ye’
Di atolyeya wêne û hunerê de 11 zarok perwerde dibînin. Ozkan Encu yê 11 salî ku li atolyeya hunerê perwerde dibîne diyar kir ku sedema bingehîn a çûndina wî ya atolyeyê komkujiya Roboskê ye. Encu komkujiya Roboskê bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Ji ber ku komkujî bi şev çêbû wê demê kesê nehat wêne nekişand. Piştî komkujiyê, mamosteyek hat gundê me û got ku ew dixwaze li gundê me atolyeya wêneyan veke û dikare li atolyeyê yên bixwazin hînê wênekêşiyê bibin perwerde bike. Piştî ku atolye hat vekirin ez çûm. Ez nizanibûm kamera û wênekêş çi ye. 3 meh in diçim atolyeyê. Ez niha hînê kişandina wêneyan bûme. Xwedê nîşan nede, ger li li cihên din yan jî li gundê me komkujiyek din çêbibe ez ê hewl bidim wêne bikişînim.”
Encu diyar kir ku 3 meh in diçe atolyeyê û hewl dide hînê kişandina wêneyan bibe û da zanîn ku ji ber çend roj berê pêşangeha wêneyên ku kişandine vekirine, pir bextewar in û da zanîn ku hemû zarokên li atolyeyê perwerdehî dibînin dixwazin çîrokek bibêjin. Encu got ku navê çîroka wê: “Qêrîna dayikekê” ye.
‘Ji bo ez Roboskê bi cîhanê bidim nasîn hînî kişandina wêneyan dibim’
Xwendekarê pola 5’an Ahmet Encu jî, got ku wî berê pir ji dibistanê hez dikir, lê niha naxwaze biçe dibistanê, tenê dixwaze li wêneyê kekê xwe yê di komkujiyê de hatibû kuştin mêze bike û da zanîn ku ew her şev kekê xwe di xewna xwe de dibîne. Encu diyar kir ku dema mezin bibe dixwaze bibe wezîrê dadê û got ku ew dixwaze edaletê bîne cihê ku edalet lê tune ye. Encu got ku ew her roj diçe atolyeya li gundê wan hatiye vekirin û got: “Ez hînê kişandina wêneyan bûm. Niha jî li ser çîrokek bi navê “Zivistana Roboskê” dixebitim. Ez wêneyê kesên ku zivistanê di berfê de diçin êzingan kom dikin û pelên dikevin ser berfê dikişînim. Ji bo ez Roboskê bi cîhanê bidim nasîn ez xwe hînê kişandina wêneyan dikim.”
‘Gelo em ji ber bîdonek mazot an Kurdbûna xwe hatin qetilkirin?’
Xwişka xwendekarê pola 8’an Fadil Encu Kiymet Encu jî anî ziman ku 3 meh in atolyeya wêneyan li gundê wan hatiye vekirin û her tim komkujî di bîra wan de ye. Encu, da zanîn ku ji bo komkujiyê ji bîr bike diçe atolyeyê û wiha got: “Ji bo ez komkujiyê ji bîr bikim ez diçim atoleyeyê. Ji bo em êş, pirsgirêk û daxwazên xwe bi wêneyan bînin ziman em fêrî wênekêşiyê dibin û perwerdeyê dibînin. Em dixwazin êşên xwe bi cîhanê re parve bikin. Xalê min 10 sal berê pê li mayinê kir û milekî wî jêbû. Ez dixwazin têkoşîna wî ya bi jiyanê re vebêjim. Niha dixwazin bi pereyan ser êşa me bigirin. Lê êş bi pereyan derman nabin. Em dixwazin komkujiyê ronî bikin. Em dipirsin û dibêjin gelo em bo bîdonek mazot an Kurdbûna xwe tên kuştin?”
‘Em dixwazin bi wêneyan komkujiyê di bîra me de bimîne’
Xwişka Nadir Alma ku birayê xwe winda kir Selma Alma jî axivî û ev tişt got: “Em ji bo vê pirsgirêke bînin ziman wêneyan dikişînin û çîrokan dinivîsin. Em dixwazin rastiya vir binivîsin û bikin wêne û piştre bi cîhanê re parve bikin. Em dixwazin bi van wêneyan komkujiyê nedin jibîr kirin. “ Esma Encu ku mamê wê Seyîtxan Encu hatibû qetilkirin, anî ziman ku ji bo fêrî kişandina wêneyan bibin çûne atolyeyê û piştî baş fêrî kişandina wêneyan bibe dê êşa gelê Roboskê bi cîhanê re parve bike. Xwendekarê beşa Antropolojiyê Azad Dogru ku li Atolyeya Huner û Wêneyan dersê dide jî anî ziman ku ew xebat bêtir ji aliyê Selîm Yildiz ve tê meşandin û anî ziman ku ji aliyê gelê Roboskê û zarokan ve ve rastî eleqeyek mezin tê.
70 kes perwerdê dibînin
Dogru, anî ziman ku li Atolyeyê 70 xwendekar perwerde dibin û li ser mijarên cuda xebatan dimeşînin û wiha çavdêriyên xwe anîn ziman: “Xwezî min komkujiya Roboskê nedîta. Ez Roboskê wekî kampa Mexmûrê tînim ber çavên xwe. Ji ber ku li vir welati yên gundên derdorê hatine bi cih bûne. Her tim di bin çavdêriya dewletê û leşkeran de ye.”
Ez dixwazim bibim rojnameger
Xwendekara pola 6’an Zuleyha Encu jî, diyar kir ku çend meh berê li gundê wan ji aliyê Selîm Yildiz ve atolyeya wêneyan hatiye vekirin û wiha got: “Heta îro gelek mamoste hatin me perwerde kirin. Lê herî zêde yê li atolyeyê dimîne û bi me re eleqedar dibe mamoste Selîm e. Der barê teknîka kişandina wêneyan û çi dibe nûçe de agahî dide. Dema diçim atolyeyê, tiştek ku xwe pê re mijûl bikim heye. Ez bi wê mijûlbûnê ji derd û tengasiyên xwe dûr dikevim.”
Encu diyar kir ku ji destpêka vekirina atolyeyê ve perwerde dibe û got ku niha li ser çîrokek bi navê “Jiyana me ya ku piştî komkujiyê guherî” dixebite û dixwaze vê yekê hem binivîse, hem jî bi wêneyan nîşan bide.
Encu bal kişand ku ew dixwaze êş, hawar û zilma li gundê wan hat jiyîn ji cîhanê re ragihîne û wiha got: “Dema mezin bibim, dixwazim rojnamegeriya Kurdî bikim. Lê tirseke min heye. Lewre niha bi dehan rojnamegerên Kurd hatine girtin. Min berê dixwest ez bibim doktor, yan jî rojnamegera dewletê. Lê niha tenê dixwazim bibim rojnamegera Kurdan.”
DÎHA/ŞIRNEX