Xwendekarên dibistanê yên Mexmûrê li ber deriyê dibistanên xwe kom bûn û dest bi meşê kirin. Xwendekaran, di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK'ê, PKK'ê û HPG'ê rakirin. Xwendekaran, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Kesek Nikare Roja me tarî bike" berz kirin û heta deriyê Netweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Xwendekaran pişt re li ber NY'ê daxuyanî da çapemeniyê. Meşa xwendekaran bi dirûşmeyên "Qendîl warê me, Apo Dîlê", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.

MEXMÛR