
Li navçeya Cizîra Şirnexê xwendekarên kreşa Nûbihara Biçûkan bi mamoste û malbatên xwe re bi cil û bergên gelerî li ber avahiya kreşê Newroz pîroz kir. Di şahiyê de zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê dibînin derdora agir govend gerandin. Mamosteya kreşê Medîne Kolanc di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku zarokên me bi salane di dibistanê dewletê de hatine pişavtin û wiha got: “Zarokên me di nava sîstemê de tên pişavtin em jî li vir zimanê zikmakî fêrî zarokan dikin. Niha 4 polên me hene û di van polan de jî bi giştî 70 xwendekar hene. Me xwest bi Cejna Newrozê re hişmendiya kurdewarî bi zarokan re çêkin. Zarok ji bi cil û bergên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûne.” Şahiya Newrozê bi gerandina govendê ya xwendekar û malbatan dawî bû.
ŞIRNEX