Zarokên Şengalê yên diçin dibistanên bi zimanê Kurdî yên ser bi Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê bawernameyên xwe yên nîvê salê girtin û perwerde jî kete bêhvendana nîvê salê.

Zarokên dibistanên Kurdî (seretayî) yên Xanesor û Serdeştê li dibistana Navendî ya bajarê Şengalê ya Şehîd Cîlan bawernemeyên xwe yên nîvê salê wergirtin. merasîma girtina bawernameyan bi şahiyekê pêk hat. Di merasîmê de mamosteyên dibistanan, nûnerên saziyên Şengalê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê amade bûn.

Endama Rêveberiya dibistana Şehîd Cîlan, Semîre Mihsên diyar kir ku ew bi vekirina dibistanên bi zimanê dayîkê serbilind in û got, “Em ne li dijî ti zimanê biyanî yan jî yê herêmê ne. Lê divê beriya her tiştî zarok fêrî zimanê dayîka xwe bibin. Heger em bi rastî jî parçeyek ji Iraqê ne, va ye, me nîvê dema perwerdeyê qedand heta niha ti tişt ji bo van zarokan nehatiye kirin. Zimanê Kurdî çawa li Hewlêr, Dihok û Silêmanî weke ders tê dayîn, divê li Şengal jî fermî bibe. Lê mixabin heta niha jî Iraqê li Şengalê bi fermî zimanê dayîkê yê Kurdî qebûl nekiriye. Lê divê gelê Şengalê dest ji zimanê xwe yê dayîkê bernede.

Mamoste Viyan Bedel jî got, ew li gel zimanê dayîkê zimanê Erebî û Ingilîzî jî fêrî zarokan dikin û wiha peyivî: “Me ahengek ji bo zarokan li dar xist, ew jî pirr kêfxweş bûn. Em bang li malbatên Şengalê dikin ku zêdetir zarokên xwe bişînin dibistanên bi zimanê dayîkê û girîngî bi zimanê xwe bidin.”