Mezinê wan 19 salî ye, biçûk jî 12 salî ye, tenê zarok di malê de mane. Ev zarok dizanin ku ev ne “qeder e”, dest ji gazinçkirinê bedrin, dibêjin “Dê û bavê me ji ber ramanên xwe yên siyasî hatine girtin. Em li pişt wan in.”
Di meha nîsanê de, polîsan bi ser Konê Çareseriya Demokratîk a li Semta Agora ya Îzmîrê hatibû vegirtin de girtin û di encamê de 30 kes girtibûn binçavavn. Abdullah Aslan jî di nav de 12 kes ji vana hatin girtin. Piştî 6 mehan hevsera Aslan, Emîne Aslan jî di bin navê operasyona “KCK’ê” de hate girtin.

4 zarok li holê mane
4 zarokên malbata Aslan hene û piştî bavê wan hate girtin ew jî li wir man. Zaroka herî mezin Nûray (19) e, ji bo bikaribe xwîşk û birayên xwe xwedî bike di atolyekê de dixebite. Yên din jî Bêrîvan (17), Nurî (15) û Diyar (12). Her sê ji ber dibistanên xwe nikarin di warê aborî de alîkarî bidin xwîşka xwe, lê weke ew dibêjin bi alîkariya “dost û hogiran” dijîn. Zarok 300 TL didin kirêya malê. Dibêjin “Dê û bavê me ji ber hizir û bîrên xwe yên siyasî hatin girtin, em li pişt wan in” bi vî awayî alîkariyeke mirovahî didin dê û bavê xwe. Her çar zarok xaltîka xwe ya astengdar jî xwedî dikin û bi riya ajansa me bang li dê û bavê xwe kirin: “Me mereq nekin. Em ê çareyeke ji xwe re bibînin”

‘Girî tu feyde nake’
Nûray der bar rewşa malbata xwe de agahî da ANF’ê û got; “Girî û qêrîn tu feyde nake. Divê em çareyekê ji xwe re bibînin. Dê û bavê me ji ber ramanên xwe yên siyasî hatin girtin. Em vê dizanin.”

Di atolyeyê de dixebite
Nûray diyar dike ku pirsgirêkên wan ên aboriyê hene, lê belê ew hewl didin ku kêm be jî çareser bikin û wiha dibêje; “Ez di atolyekê de dixebitim. 500 TL digirin. Ji xwe kîraya me 300 TL ye. Bila dost û hogir sax bin heta niha alîkarî didin.”
Nûray diyar dike ku ew ji derve amadeyî dixwîne, lê nekariye pere razîne, ji ber wê jî qeyîda nû çênekirine. Nûray wiha axivî; “Min niha navber daye dibistan xwe. Xwîş û birayên min dixwînin. Bi qasî ji destê min were, ez nahêlin astengî bikevin pêşiya dibistana wan.”

‘Em li pişta malbata xwe ne’
Xwendekarê dibistan amadeyî Nûr “silav” ji dayîk û bavê xwe re şand û got; “ Em vê dewletê dinasin. Em li hemberî tiştên ku ew dikin şaş namînin. Dibe dê û bavê me girtibin, lê em li pişt wan in.”

Zarokên malbatê plan dikin ku heta rewşa dayîk û bavê wan diyar bibe, ew ê biçin gel dapîr û bapîrên xwe yên li navçeya Qosera Mêrdînê û dibistana xwe li wir bidomînin.

ANF/ÎZMÎR