Koma Şoreş di 1'ê kanûna 2012'an de li bajarê Til Temir ji aliyê 10 kesan ve hate damezirandin. Niha 63 endamên komê hene. Ji vana 55 zarok in. Di nava zarokan de jî 43 zarokên keç in. Di bin banê 5 beşên bi navê Şehîd Arjîn, Şehîdên Til Temir, Şehîd Fîdan, Şehîd Hêvîdar û Şehîd Zîlan de xebatên muzîk, şano û govendê têne meşandin.

Her beşek hefteyê 2 caran li navenda xwe perwerdeyên xwe dibîne û li ser dîlan, stranên nû û mijarên din têne perwerdekirin. Endamê ku perwerdeyê dibînin, piştî demekê dibin mamosteyê endamên ji xwe biçûk tir.
Di nava xebatan de çend stranbêjên ereb jî hene û karê xwe dimeşînin.
Endamê Rêveber ê Koma  Şoreş Ciwan Ehmed diyar kir ku piraniya endamên komê zarok in, lewma destpêkê wan hinek zehmetî kişandine. Ehmed, got berê malbatan qebûl nedikirin ku zarokên wan tevlî xebatên çandê bibin, lê piştî berhemên wan di hemû şahî û çalakiyan de hatin pêşkêşkirin, êdî ev zehmetî hatine derbaskirin. Ehmed got ku niha serldana ji bo tevlîbûna komê zêde bû ye.
Endama rêveber a komê Hêlîcan Selah jî da zanîn ku di nava xebatên wan de ji bilî kurdan ereb û mihelmî jî cih digirin û ev tişt anîn ziman: ''Koma me ji bo vejandina hemû çandan dixebite, ji ber vê yekê em tu astengiyan li pêşiya tevlîbûnê dernaxin. Niha di nava xebatên me de hin hunermendên ereb hene, di şahiyan de amade dibin, di demên pêşde me plankiriye ku em bi asûriyan jî di nava xebatan de bin. Armanca me vejandina çanda hemû gelên herêmê ye.''
Endamên rêveber ên komê Amed Ebdulkerîm Ebdo û Nûcan Selah Ibrehîm jî gotin ku ji ber kêmasiyên teknîkî û tengbûna navendê zehmetiyan dikişînin û anîn ziman ku  navenda wan ji 3 odeyên biçûk pêk tê, lewre karê wan tevlihev dibe, lê li gorî derfetan xebatên xwe dimeşînin.
Endamên komê bang li hunermendên Ereb, Kurd, Suryanî û Asûrî kirin ku ji bo pêşxistina çand û hunera netewan destê xwe bidin wan. 

TIL TEMIR