
Li ser polîkromeke li ser tirbeke beriya mîladê bi 1350 salî de, mirov dibîne ku mîweyên cihê hingê hatine ser sifreyên Misrîyan. Mirov bi rehetî zebeş, hejîr û hinaran dibîne. Ji bilî vê goştê qazan û goştên din jî xuya dibin. Di vê beşa polîkromê de çar rêzên wêneyan hene ku hem resm û hem hîyeroglîfên wan hîna tên xwendin. Ji xwe di gelek resm û hiyeroglîfên serdema Misra kevin de, wêneyên cotkariya Misra kevnar hatine nîşandan û hem jî behsa vê cotkariyê hatiye kirin. Ev herdu resm jî vê yekê nîşan didin.
NAVENDA NÛÇEYAN